Li Şemzînanê rêxistibûna tarî: Dîwanên di bin navê dawetan de

  • 09:05 13 Cotmeh 2025
  • Rojane
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Li gelek gundên girêdayên Şemzînan û Geverê îdiayên ku rêxistinbûnên DAIŞ-Hîzbûllahê tên kirin tên rojevê. Li Şemzînanê di bin navê ‘dawet’ û ‘mewludan’ de dîwan tên avakirin.
 
Li gelek gundên girêdayê Gever û Şemzînan a Geverê rêxistibûnên DAIŞ-Hîzbûllahê bi awayekî cidî tên rojevê. Di platformên dîjîtal de gelek dîmen hatin parvekirin û piştî vê di lêkolînên me  li gundan kirinde îdia tên piştrastkirin. Li gorî agahiyên ji herêmê tên, di bin agahiya dewletê de li gelek gundan faliyetên rêxistibûnê tên meşandin.
 
Welatiyên gundên Masîro û Melavyan a girêdayê Şemzînanê îdia dikin ku di bin navê ‘dawet’ û ‘mewludan’ de civînên tên kirin di esasê de ji bo faliyetên rêxistibûnê tên bikaranîn.
 
Welatiyên ku ji her du gundan ji ber ewlehiyê nexwestin navê xwe bidin wiha got: “Faliyetên vana yên ewil çend sal berê dest pê kir. Çûn bajarên cuda perwerde girtin û vegeriyan. Çend rojan carê di bin navê ‘dîwanê’ de civînan dikin. Dema civînan dikin tekbîran dikşînin. Kes an jî kesên ji van berpirs li derveyê welat perwerdê dibînin. Ewil qursa Kuranê vekirin û me jî zarokên xwe şandin. Piştre me fêm kir ku niyeta van cudaye. Me zarokên xwe neşandin. Zarokên me hem li hember me hem li hember jinan sor dikin. Heta dema hilbijartinan de di dîwanên li gundan dihatin avakirin de ji bo kesên deng bikar dianîn digotin ‘hûn kafir in hûn dengan bikar tînin’. Gelek kes ji van bi bandor bûn û roja hilbijartinê li malên xwe rûniştin. Ji zarokên kûr re dibêjin ‘bi zarokên keç re nelîzin, hûn bilîzin wê Xwedê we bike cehenema xwe.”
 
Gundiyan  îdia kirin ku ev du sal in bandora van koman a li ser zarokên wan gelek mezin e û ji ber vê jî neçar dimînin zarokên xwe bişînin bajarên din.
 
Li aliyê din yek ji îdiaya din ya ku balê dikşîne, jina bi navê S.A ku tê gotin têkiliya wê bi êrîşa ku di 8’ê îlonê de li Îzmîrê  zarokê 16 salî li hember qerekolê pêk anîye, heye, piştî qeydên HTS’ê hatiye binçavkirin û girtin.
 
Her wiha yek îdiaya din ev e ku li Colemêrgê jineke zewicandî ji mêrê ku pê re zewicandiye gotiye ‘Ez bi riya Xwedê de diçim, ez ji wan re xizmetê dikim’ û careke din agahî jê nehatiye girtin.