
Di rojeva jinan de aştî, tundî û xizanî heye
- 09:04 10 Cotmeh 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Di 1’ê Cotmehê de bi vebûna meclîsê re jinan der barê rojeva siyasî û civakî ya welat de nirxandin parvekirin. Jinan ji meclîsê daxwaz kirin ku ji bo aştî pêk bê, pêşî li tundiya li ser jinan bê girtin û krîza aborî bê çareserkirin, polîtîkayên çareseriyê bên pêşxistin.
Meclîs di 1’ê Cotmehê de vebû. Jinên li taxên Konak a Îzmîrê dijîn, der barê pirsgirêkên ku raste rast bandor li jiyana wan dikin de axivîn û diyarkirin ku banga Rêberê Gel3e Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê dekiriye girîng e. Jinan da zanîn ku divê rojeva esas a meclîsê tundiya li ser jinan, xizanî û wekheviya nûneriya di siyasetê de be.
‘Li ser milê jinan barekî mezin heye’
Dîlan Yilmaz diyar kir ku krîza li welat herî zêde bandor li jinan dike û wiha got: “Şer sedema herî mezin a xizaniyê ye. Niha li Fîlîstînê şer didome û barê herî giran li ser jinane. Ji bilî vê jin pirsgirêkên tenduristiya rih dijîn. Ji ber sermaya jinan jî mêran jî binpê dike lê jin hem dikar de hem li kolanê hem jî li malê dixebite. Jinên dixebitin hem li malê hem li derve dixebitin. Li zarokên xwe dinêrin. Ji ber pirsgirêka debarê dijî. Xizanî tundiya nav malê jî zêde dike. Jin bi tundiya aborî re tên rû hev. Bi tundiya psîkolojîk re tên rû hev. Ji ber vê di rojeva jinan de tundî û xizanî heye. Em jiyaneke bê şer dixwazin. Em jiyaneke aştiyane dixwazin. Divê li meclîsê xizanî û pirsgirêka debarê bê axaftin. Em dengê xwe didin parlamenteran. Divê ew jî bibin dengê me. Divê gavan bavêjin. Em jiyaneke aram û aştiyane dixwazin.”
‘Em aştiyê dixwazin lê yek alî nabe’
Hacîre Alp jî diyar kir ku divê ewil pirsgirêka aborî bê çareserkirin û wiha bi lêv kir: “Mirov vê mijarê de pir zehmetiyan dikşînin. Her roj jin tên qetilkirin. Divê dewlet pêşî li vê bigire. Divê li ser vê bisekine. Divê jiyana mirovan evqas ne erzan be. Em dema van bûyeran dibînin xemgîn dibin. Lê tiştek ji destê me nayê. Wê jinê ew jiya belkî sibê jî em bijîn. Em aştiyê dixwazin. Lê yek alî nabe.”
‘Daxwaza me ya mezin azadiya serokatiya me ye’
Jina bi navê Hanim Akyuz destnîşan kir ku ew dixwazin deriyên aştiyê vebibin û wiha domand: “Divê xebatên meclîsê di vî alî de bin. Em dixwazin zarokên me ciwanên me aştiyê bibînin. Bila zehmetiyan nekşînin. Bila şer nebînin. Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Daxwaza me ya herî mezin azadiya serokatiya me ye.”
‘Hêviya me aştiye’
Sultan Ugur anî ziman ku daxwaza herî mezin a jinan aştiye û wiha pê de çû: “Girtî bêyî sedem girtîne. Divê ev li meclîsê bê axaftin. Em jinên Kurd aştiyê dixwazin. Hêviya me aştiye. Em şer naxwazin. Em Kurd û Tirk bibin yek. Em dixwazin bibin xwedî statu. Bila zextên li ser me rabin.”
‘Divê Kurd bibin xwedî statu’
Saviya Seyhan jî diyar kir ku ew ji meclîsê aştiyê dixwazin û ev nirxandin kir: “Pirsgirêka herî mezin krîza aboriye. Her tişt bihaye. Em nikarin tiştekî bigirin. Em dixebitin lê rewşa me ne başe. Divê Kurd bibin xwedî statu.”
‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî’
Rahîme Kahraman jî wiha got: “Em jiyaneke wekhev dixwazin. Daxwaza me ya ji meclîsê aştiye. Divê her kes wekhev be. Divê Kurdî bibe zimanê fermî.26 sale li virim lê nikarim biçim doktor û biaxivin. Hinek ligel min tên. Ji ber nikarim bersiv bidim. Em şer naxwazin. Bila dayik negirîn. Bila li meclîsê aştî bê axaftin."
Emîne Gedîk balkişand ser krîza aborî û tundiya mêr a li ser jinan û got: “Debara me nabe. Her wiha divê qetilkirinên jinan bikeve rojeva meclîsê. Em bi giştî ne başin.”
‘Divê hişbirê bikin rojeva xwe’
Kamîle Akman jî diyar kir ku demên dawî de bikaranîna hişbirê zêde bûye û ev tişt bi lêv kir: “Divê meclîs vê bike rojeva xwe. Gelo ciwan çima întîxar dikin? Ciwan çi bikar tînin, vedixwin? Ji ku derê tînin? Pere ji ku qezenc dikin? Kes pêşî li vê nagire. Zarok pereyên destê dayikên xwe de digirin û dibin didin tiryakê. Li her derê mirin heye. Em aştiyê dixazin. Aştî pêk bê wê cîhan jî xweş be.”