
DÎAYDER’ê ji bo meşa ‘em bi hêvî dimeşin azadiyê’ bang kirin
- 21:49 25 Îlon 2025
- Rojane
AMED – Jinên endamên DÎAYDER’ê ji bo meşa ku wê bi dirûşmeya ‘em bi hêvî dimeşin azadiyê’ ya ku wê ji Amedê berbi Enqereyê ve pêk bê banga tevlibûnê kirin.
Komeleya Alîkarî û Hevgirtina Alimên Oldar (DÎAYDER), Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo meşa ku wê bi dirûşmeya ‘em bi hêvî dimeşin azadiyê’ ya ku wê ji Amedê berbi Enqereyê ve pêk bê daxuyaniyek dan. Daxuyaniya li avahiya komeleyê hat dayîn ji aliyê endama DÎAYDER’ê Esma Alici ve hat xwendin. Esma Alici da zanîn ku pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê pêvajoyê pêş bixîne û got divê gav bên avêtin.
Esma Alici balkişand ser girîngiya meşê û daxuyakirin ku divê xwedî li meşê bê derketin û got: “Abdullah Ocalan yekane muxatabê çareseriyê ye. Em bang li desthilatdariya ku tecrîdê ferz dike dikin. Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me jin û gelane. Daxwaza me rakirina tecrîdê ye. Divê ji bo demokratîkbûnê azadî pêk bê. Em jin ji bo meş xurt derbas bibe çi ji destê me bê em ê bikin.”