Rojnamevan Heval Arslan li Belçîkayê hat binçavkirin

  • 13:05 25 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Heval Arslan li qereqola polîsan a ku lê hatibû vexwendin hate binçavkirin. Ew birin navendeke vegerandinê.
 
Rojnamevan Heval Arslan di 23'yê Îlonê de li qereqola polîsan a ku gazî wê hatibû kirin hate binçavkirin û birin navendeke vegerandinê. Tê gotin ku Heval Arslan, ku du roj bûn di bin çavdêriyê de bû, bêyî ti hincetek yasayî tê xwestin radestî Fransayê bê kirin. 
 
Parêzerên ku bi Heval Arslan re hevdîtin kirin, diyar kirin ku tenduristiya wê baş e û moralê wê baş e.
 
Di daxuyaniya xwe de, parêzeran tekez kirin ku rayedarên Belçîkî prosedurên penaberiyê neşopandine û li şûna wê hewl dane ku mafê rûniştinê yê rojnamevan desteser bikin.
 
Rojnamevanan bang li hikûmeta Belçîkayê kirin ku Heval Arslan serbest berde.