Banga tevlîbûna Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmed

  • 09:03 25 Îlon 2025
  • Çand û Huner
 
 
Pelşin Çetinkaya
 
AMED - Xebatkara Komeleya Sînemaya Rojhilata Navîn Sîdar Aslan der barê 9’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmed de axivî û got: "Mîhrîcana pêk tê girîng e. Ji ber sînemavan derfetên ku fîlmên xwe nîşan bidin bidest dixin. Mafê jinan, mafê wekheviyê, binpêkirinan dikin mijar. Fîlm peyamên watedar didin.” 
 
9’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmed ya bi hevkariya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn û Şaredariya Peyasê ve tê organîzekirin wê navbera 26-30’ê îlonê de derkeve pêşberî temaşevanan. FîlmAmed îsal bi mijara "Reh... Li dora agir rastiyên efsûnî" tê lidarxistin. Nîşandana fîlman li Salonên Sînemayê ya ÇandAmed, Salona Şanoya Bajar a Amedê û Salona Sînemayê ya Bezgîn Bekîr  wê bên nîşandan. FîlmAmed ku yek ji bernameya belgefîlman a herî girîng a herêmê ye, piştgiriyê didie fîlmên sînemavanên serbixwe û armanc dike ku belgefîlmên xweser û rexnegirt bigihîne girseyên berfireh.
 
Xebatkara Komeleya Sînemaya Rojhilata Navîn Sîdar Aslan der barê 9’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmed de axivî.
 
Fîlm gelek pirsgirêkan esas digire û vedibêje
 
Sîdar Aslan da zanîn ku fîlmên di mîhrîcanê de cih digirin peyamên watedar dihewîne û wih agot: “Îsal bi hevkariya Şaredariya Peyas û Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn mîhrîcan pêk bê. Îsal di alî zêdebûna salon û mezinahiya wan de derfetên me hene. Mîhrîcana pêk tê girîng e. Ji ber sînemavan derfetên ku fîlmên xwe nîşan bidinbidest dixin. Ev fîlm mijarên civakî esas digirin û vedibêjin. Mafê jinan, mafê wekheviyê, binpêkirinan dikin mijar. Fîlm peyamên watedar didin.”
 
Wê piştgirî ji bo projeyan bê dayîn
 
Sîdar Aslan daxuyakirin ku di mîhrîcanê de wê 29 fîlm cih bigirin û wiha got: “Em li fîlman dinêrin derhênerên jin zêde ne. Heman demê de 3 heb yên tematîk yek jî ya juriya gel wê diyar bike û xelatê bide. Her wiha 7 proje hatin hilbijartin û nava wan de ji bo sê projeyên fîlman wê piştgirî bê dayîn. Wê xwediyê projeyan di mîhrîcanê de behsa projeyan bikin û jurî jî wê nav van 7 projeyan de sê heban hilbijêrin.”
 
Wê atolye û panel pêk bên
 
Sîdar Aslan destnîşan kir ku beriya mîhrîcanê û di mîhrîcanê de wê panel û atolyeyan pêk bînin û wiha domand: “Beriya mîhrîcanê jî du atolyeyên me hene. Bi mîhrîcanê re heman demê de du panel û du atolye wê pêk bên. Salonên Şanoya Bajar a Amedê, ya Bezgîn Tekrî û ya Şaredariya Baglarê wê ji van fîlman re malovaniyê bike. Cihê me yê esas jî Navenda Kongreya ÇandAmed e. 30’ê îlonê de bernameya girtinê heye. Piştre jî wê xelat bên aşkerakirin. Navbera 26-30’ê Îlonê de mîhrîcana me pêk tê û em hemû gelê xwe vexwendî dikin. Fîlmên watedar û girîng hene.”