Ji bo meşa ji bo Rojîn Kabaîş bang
- 20:02 24 Îlon 2025
- Rojane
WAN - Jinên Wanê ji bo meşa ku wê ji bo Rojîn Kabaîş ku wê çarçoveya kampanyaya ‘Em ji bo jiyan û jiyankirinê xwe rêxistin dikin’ pêk bê belavok belavkirin û welatî vexwendiyê meşê hatin kirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Platforma Jinan û Komeleya Jinan a Star û gelek saziyên din, komîsyon û rêxistin hatin gel hev û kampanya sê mehan dan destpêkirin. Kampan bi dirûşmeya ‘Ji bo jiyan û jiyankirinê em xwe rêxistin dikin’ di 15’ê îlonê de starta wê hat dayîn. Çarçoveya kampanyayê de wê ji bo xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ku 24’ê îlona 2024’an de winda bû û bi guman jiyana xwe ji dest da wê 27’ê îlonê de saet di 18.00’an de ji ber AVM ya Wanê heta Kent Meydani meşekê pêk bînin. Ji bo meşê belavok hatin belavkirin û banga tevlibûnê li gel hat kirin.
Jinan li taxa Sixkê û Şehîd Firat belavok belavkirin. Welatiyan diyar kirin ku divê mirina bi guman a Rojîn Kabaîş bê ronîkirin û li taxê afîş hatin belavkirin.