Perwerdeya Perwerdekaran a Tenduristiya Jinan dest pê kir

  • 13:45 22 Îlon 2025
  • Tenduristî/Werzîş
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo jinan "Perwerdeya Perwerdekaran a Tenduristiya Jinan" da destpêkirin.
 
Jin, di her qonaxên jiyana xwe de, ji bo ku bikaribin bi rol, berpirsiyarî û guherînên cuda re serederiyê bikin, têdikoşin. Lê belê gelek caran jin, bêyî ku bigihîjin agahiyên têr, neçar dimînin ku bi tenê û bêyî piştgirî jiyana xwe bidomînin. Ji ber vê yekê, Midûriyeta Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, ji bo ku jin di warê bedena xwe, tenduristî û mafên xwe de agahdar bibin û wekî kesên xwedî baweriya bi xwe xurtir bibin, "Perwerdeya Perwerdekaran a Tenduristiya Jinan" da destpêkirin.
 
Perwerdeya perwerdekaran, ku ji aliyê xebatkarên rêveberiyên jinan ên şaredariyên navendî û yên derve yên bajêr ve beşdarî lê tê kirin, dê 7 rojan bidome. 22 beşdarên ku perwerdehiyê temam bikin, dê di komên ku li deverên xwe ava bikin de, bikaribin "Bernameya Perwerdehiyê ya Tenduristiya Jinan" a ku ji 10 modûlan pêk tê, bimeşînin.
 
Bi Bernameya Perwerdehiya Tenduristiya Jinan re ku mijarên wekî guherînên di dema xortaniyê de, agahdariyên li ser tenduristiya zayînê, pêvajoya ducanîbûn û piştî zayînê, qonaxa menopozê û danûstandinê dihewîne, tê armanckirin ku jin bedena xwe nas bikin, rolên civakî, bendewarî û newekheviyên ku bandorê li tenduristiya wan dikin fam bikin û ji bo çareserkirina van newekheviyan bên teşwîqkirin.