‘Divê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike'

  • 14:58 17 Îlon 2025
  • Ramyarî
 
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku divê komîsyon li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdar bike û ji bo serkeftina pêvajoyê divê der heqê sererastkirinên yasayî de biaxive.
 
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, beriya civîna 10’emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, li Meclisê geşedanên di rojevê de axivî. 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, diyar kir ku divê komîsyona Meclisê aliyên aborî, sosyal, çandî û civakî yên pirsgirêka kurd jî nîqaş bike.
 
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, destnîşan kir ku tenê li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd tune ye û li gelek deverên cîhanê pirsgirêkên gel, bawerî û derdorên civakî dijîn hene û got: “Şer û pevçûnên ji ber van pirsgirêkan derketin hene. Careke din derket holê ku di esasê xwe de çareseriya pirsgirêkê bi muzakere û diyalogê û di pêşxistina têkoşîna aştiyê de ye.”
 
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgîtê destnîşan kir ku di çareseriya pirsgirêka kurd de pêdivî bi micidbûnê heye û got: “Pêdiviya me bi avêtina gavên şênber heye. Gotinên baş, rê û gavên şênber û pratîkî yên vê rêyê fireh dikin girîng in. Ji bo 1’ê Cotmehê demekî pir kurt ma. Divê ev pêvajoya guhdarîkirinê bi destê komîsyona jêr bên domandin an jî li gel van guhdarîkirinan hemwext, di mijarên krîtîk de li ser yasayan were axaftin û komîsyon van yasayan bigire rojeva xwe.
 
Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 11’ê Tîrmehê de çek şewitandî nekarin vegerin welat. Çima? Ji ber ku yasayeke me tune ye. Ji ber ku Meclisê tu yasayek çênekir. Zemîna vê ya yasayî û hiqûqî nehat amadekirin. Wê demê divê em bipirsin, karê ewil ê komîsyonê çi ye? Divê em bi lez û bez li ser sererastkirineke yasayî ku derfetê dide kesên çekan ber didin bikarin vegerin welat û berpirsyartiya hiqûqî ji holê radike, nîqaş bikin, em çarçoveya wê bilez binirxînin û gavên pratîkî biavêjin.
 
Em dixwazin pêvajo pêş bikeve û em encamekê jê bigirin. Em dixwazin aştî bibe. Em dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe. Wê demê divê komîsyon li aktorê sereke yê pêvajoyê, li birêz Ocalan teqez guhdarî bike. Di vê mijarê de hewcehî bi şênberiyê, bi biryardayînê heye. Ev ne mijareke wisa ye ku were vehêlandin. Divê bilezûbez û teqez were kirin. Dê bibe gavekî şênber.
 
Du daxwazên me yên sereke hene; ya yekemîn ew e ku komîsyon tavilê biçe giravê û bi aktorê sereke yê pêvajoyê birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Ya duyemîn jî; divê bi lez û bez em li ser çarçoveya sererastkirinên qanûnî nîqaşan bidin destpêkirin û bi lez pêş bixin.”