Piştî qetilkirina Jîna Emînî darvekirin zêde bûne

  • 14:33 17 Îlon 2025
  • Rojane
  
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku pişît serhildana 'Jin jiyan azadî' li Îranê darvekirin zêde bûne û li Rojhilatê Kurdistanê 2 hezar û 910 kes hatine darvekirin.
 
Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmud Emîrî Muqedem, bi boneya sêyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ amarên darvekirinê yên ji sala 2022’yan ve parve kir.
 
Li gor amarên Mehmud Emîrî parve kirine, ji 26’ê Îlona 2022’yan ve 2 hezar 910 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin. Ji vana 83 jin in, 37 ji wan girtiyên siyasî ne û 14 jiwan jî xwepêşander bûn. Hatiye diyarkirin ku 4 kesên temenê wan di jêr 18 saliyê de jî di nav de hene.
 
Hatiye diyarkirin ku di xwepêşandanên sala 2022’yan de 551 kes hatine kuştin ku ji wan 68 jê zarok bûn. Gelek kes jî ji ber gulebarana rasterast a hêzên Îranê kor bûne. Bi armanca bêdengkirinê piranî jî jin hatine hedefgirtin.
 
Li gor amarên hatine belavkirin, tenê di dema xwepêşandanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ yên li bajarê Zahîdan ê Îranê de zêdetirî 104 kes hatine qetilkirin, 14 ji wan zarokin û 4 jî jin in.
 
Her wiha hatiye gotin ku zêdebûna darvekirinan a piştî qetilkirina Jîna Emînî, bi armanca belavkirina tirsa di nava civakê de û bêdengkirina siyasî û rêgirtina li xwepêşandana ye. Hatiye diyarkirin ku piraniya girtiyên ku cezayê darvekirinê lê hatine birîn, rûbirûyê êşkence û nêzîkatiyên xirab dibin û ji dadgehkirina dadperwerane tên bêpar hiştin. Pêwîste ev ceza ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve lêkolîn li ser were kirin.