‘Gardiyanên girtîgeha Qerçekê êrişî girtiyên jin ên siyasî kirin’

  • 15:18 15 Îlon 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê siyasî yê berê û hevjînê nivîskar û girtiya siyasî Enîşa Esedulahî, Keywan Muhtedî ragihand ku pasewanên girtîgeha Qerçek êrişî girtiyên siyasî yên jin kirine û got: “Hewldane bi darêzorê girtiyan ji hucreyên wan derbixînin, lê bi ser neketine.”
 
Hevjînê nivîskar û girtiya siyasî Enişa Esadullah ya ku li girtîgeha Qerçekê tê girtin, Keywan Mutedî li ser hesabê xwe yê fermî yê Instagramê têkildarî rewşa girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgeha Qerçekê peyamek belav kir.
 
Girtiyê siyasî yê berê Keywan Mutedî ragihand ku duh hejmarek zêde ya gardiyanên girtîgeha Qerçekê êrişî beşa girtiyên siyasî yên jin kirin û hewldan wan bi darêzorê ji hucreyên wan derbixînin hewşê de.
 
Keywan Mutedî got: “Hewldana derxistina girtiyên jin ji hucreyên wan û veguhestina li hewşê, di encama berxwedana girtiyan de bi ser neket. Lê zext û gef berdewam in. Ji mafê peywendiya telefon û hevdîtina li gel malbat û parêzeran tên bêpar hiştin. Girtiyên jin piştî şer nehatin berdan û li gel girtiyên mêr neguhestin Girtîgeha Evînê. Piştî şer bi awayên cuda hatin cezakirin, weke ku desthilatdar tola têkçûnên xwe yên mezin ji girtiyên jinên siyasî hilînin.”
 
Hêjayî gotinêye ku di şerê 12 rojî yê Îran û Îsraîlê de, roja 23’yê Hezîrana îsal Îsraîlê girtîgeha Evîn bombebaran kir. Di encamê de bi dehan girtî jiyana xwe ji dest dan, lê nasnameya hemûyan nehate eşkerekirin. Her wiha 70 girtiyên siyasî yên jin ji bo girtîgeha Qerçekê hatin veguhestin. Girtiyên siyasî, ji ber nebûna xizmetên tenduristiyê, ava paqij, odeyên têrker û klîmayê, di dawiya meha borî de bi dirûşmeyan nerazîbûn nîşan dan.