
‘Têkoşîna jinan kolan guhert’
- 09:06 15 Îlon 2025
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Aktîvîsta Îrani Shaghayegh Noruzi, sê salên piştî qetilikirina Jîna Emînî û xeta têkoşînê ya heta îro vegot û got: “Rûyê jinan guherî. Daxwaza aştiyê kûr bû lê muxalefet hîna kêm maye.”
Li Îranê jina Kurd Jîna Emînî di 13’ê îlona 2022’yan de hat binçavkirin û 16’ê îlona 2022’yan de hat qetilkirin. Serhildana ku piştî vê bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ destpê kir ket sala sêyemîn. Li Îranê têkoşîna jinan bilind bû û geşedanên li Rojhilata Navîn jî bandor li berxewdan û teşeyên çalakiyê jî kir.
Aktîvîsta mafê mirovan a Îranî Shaghayegh Noruzi, sê salên piştî bûyerê û têkoşîna niha vegot.
*Çalakiyên ‘Jin jiyan azadî ket sala sêyemîn û rihê civakî ya îro hûn dikarin vebêjin? Tevlibûna van çalakiyan û nêzîkatî gûherî gelo?
Çalakî ketin sala sêyemîn û di sê salan de gelek tişt guherî. Ya herî girîng êrîşa Israîlê ya li hember Îranê bû. Vê bûyerê tenê hin tişt neguhert. Bi civakê re hişmendî da qezenckirin. Destkeftiya girîng a azadiyê, hişmendî divê muxalefet bixebite bû. Di muxaleftê de gelek nokteyên qels hebûn. Ligel serkeftina di mijara azadî jiyan û mafê jinan de, em dibînin ku civak, kolanên Îranê guherîne û jin êdî tu zextê qebûl nakin.
Ev serkeftinek mezin bû. Lê hîna civaka Îranê ne xwedî muxalefetek xurt in. Di alî analîza siyasî, hişmendî, stratejîk û seferberiyê de rewş wisa ye.

Di rastiyê de tiştekî zelal tuneye. Nêrînek îdeolojîk tuneye. Ji ber vê piştî êrîşa Israîlê mirovan tiştên ji destê wan hat kirin. Tercîha herî baş hildibijêrin. Lê li aliyê din em dinêrin windahî mezin in, muxalefeteke ku bersivê bide çalakî û hewldanên gel tuneye.
*Em dişopînin tundî û zextên hikûmetê bi protestoyan re zêde dibin. Girtin, zext û nêrîna li hember vê çiye?
Bandora zexta hikûmetê piştî destpêkirina tevgerê hat hîskirin. Bi çewisandina tevgerê operasyon hatin kirin. Gelek kes hatin girtin, cezayên darvekirinê hatin dayîn. Lê dikarim bêjim ku di encama têkoşînê de zextên li ser jinan hinek kêm bûn. Di mijara serîgirtinê de zextên mezin li ser jinan didomin. Lê li aliyê din cezayên darvekirin û girtinan jî didome. Piştî êrîşa Îsraîlê jî berdewam kir. Piştî êrîşan, civakê di alî fêmkirina bûyerê de tevlihevî jiya. Dema mijar dibe ‘jin jiyan azadî’, kesên têkoşîna azadiyê didin tên girtin. Yên di nav me de digirin. Ez nikarim bêjim ku ev bi giştî guherî. Israîlê bi gelek balafirên bê mirov êrîşê Îranê kir. Êrîşan ji nava sînor dest pê kir. Vê bandorek cidî li civakê kir. Gelek Îranî hatin girtin. Piştî êrîşê hat gotin van kesan casûsî kirin û ji bo Israîlê xebitîne. Piştî êrîşê teşeyê berxwedana mirovan a li dijî zextan guherî. Ev nebaş bû. Mixabin êrîşek ji derve fikara mirovan guhert. Ev bi berxwedana Jînayê de jî hat jiyîn.
*Em nasnameya Kurd a Jîna Emînî li ber çavan bigirin, cihê van çalakiyan a di hişê civakê de çiye?
Tevgera Jîna Emînî ji bo me serkeftinek girîng bû. Navbera koman de bi taybet navbera Fars û Kurdan de ferasetek nû da qezenckirin. Vê tevgerê nirx nîşan dan. Ev ne tenê der barê mafê jinan de bû. Piştî tevgerê navbera koman de hişmendî û ferasetek mezin hat bidestxistin. Em ji ber vê kêfxweş in. Hêviya me heye. Li Rojhilata Navîn, bi taybet Îran, Israîlê gelek tişt dibin. Em wek Fars û Kurdan hêvî dikin ku bi piştevaniyê û têkoşînê dikarin vê ji ser xwe bavêjin.
*Çalakiyên we li dijî zextan zêde dibin. Kampanyayên li dijî cezayên darvekirinê bandorek çawa afirand?
Mixabin cezayê darvekirinê sala borî zêde bûn. Tevgera me ya li dijî cezayên darvekirinê hene. Em rewşa Rojhilata Navîn li ber çavan digirin û hewl didin vê li gorî başiya xwe bikar bînin û zextê li hikûmetê bikin. Bêguman ev girêdayê ku em kampanya xwe çawa bikin tevgerê ye. Divê hemû civak bi fikar be û ev fikar jî bikeve tevgerê. Cezayên darvekirinê nayên qebûlkirin. Em li Îranê kampanyayekê dimeşînin. Em li dîasporayê jî kampanyayê dimeşînin. Em li nava welat jî gelek kampanyayan dimeşînin. Bandora kampanyayan jî ez dikarim wisa bêjim. Gelek jin bedelê didin bi jiyana xwe bedelê didin. Kampanya li dijî darvekirinan kampanyeyek xurt e. Kampanyayên xurt hene. Bêguman encama tê xwestin nayê bidestxistin lê hikûmet vê wek tehdîd hîs dike. Ev tiştekî baş e.
*Piştî êrîşa Israîlê pêla netewperestiyê ya bilind bû, bandorek çawa li têkoşîna maf û çalakiyên hatine kirin, kir?
Her tişt rawestiya. Bi salane ji bo Rojhilata Navîn bi heman çîrokê hatin. Lê her tişt wêran kirin. Em vê qebûl nakin. Bandora êrîşê ya ewil ev bû ku civak ket rewşa lezgîn û hemû kampanya jî beriya êrîşan rawestiya. Kampanyayên xurt yên li dijî tundiyê, kampanyayên xurt yên karkeran hebûn. Piştî êrîşan ev çalakî hatin rawestandin. Bêguman ev rewşa êrîşan bandorê li çalakiyan li teşeyê çalakiyan dike.
*Li dijî zextan cezayên darvekirinan kampanya hatin kirin. Ji mekanîzmayên mafê mirovan a navneteweyî we fêdeyek girt?
Demek cudabûna min ê ji vê pirsê re bersiva erê bida. Lê du salên dawî bersiva min guhert. Ne tenê ji ber tiştên li Îranê, ji ber êrîşên Israîlê, ji ber tiştên li Xezayê jî pêk hatin. Hemû mekanîzma aydên Welatên Rojava ne. Ev du sal in pir hewl dan ku bêfêdebûna xwe nîşan bidin. Pir baş nîşanê me dan ku protokolên NY’ê bê fêde ne. Mekanîzmayên wan bê fêde ne.
*Li gorî we ‘Jin jiyan azadî’ wê li seranserê cîhanê bibe peymaneke civakî ya jinan?
Gelek astên ku divê em li ser metodolojî û felsefeya xwe bixebitin hene. Ez di wê baweriyê de me ku potansiyeleke mezin a çalakiyê Jînayê hene. Lê ev girêdayê vê mijarê ye ku em vê ciqas cidî digirin. Bi rastî em dixwazin vê derfetê bikar bînin an na. Piştî em li ser felsefe û metodolojiya xwe xebitîn em ê bi rêbazek baş jî derkevin qadê.