'Aştî dê bi azadiya Abdullah Ocalan pêk bê'

  • 09:02 15 Îlon 2025
  • Rojane
ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê der barê pêvajoyê de nirxandin kirin û gotin: “Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin. Encax bi ava paqij dikare bê şûştin. 50 sal in şerekî didome heye. Xwîna zarokên me li ser hemû axa Kurdistanê rijiya. Çiyayên me tên şewitandin, talankirin. Ne tenê hewcedariya Kurdan a Tirkan jî bi aştiyê heye. Aştî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e.”
 
Pêvajoya aştiyê ya bi banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatêde kir dest pê kir, didome û dewletê hîna bersiveke têr nedaye bendewariya raya giştî. Dewlet êrîşên li hember xwezaya Kurdistanê didomîne. Di 9-10’ê îlonê de bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) li herêma Besta a Şirnexê bi dirûşmeya ‘li dijî qirkirina ekolojiyê em dimeşin’ çalakiya nobetê pêk hat. Dayikên Aştiyê yên tevli nobetê bûn der barê pêvajoyê de axivîn.
 
‘Gelê Kurd di bin zilmê de ye’
 
Dayika Aştiyê Emîne Oruç da zanîn ku ew qirkirina daran şermezar dike û got: “Dar bi destê cerdevanan tên birîn. Êdî bes e. Destê aştiyê divê bê dirêjkirin. Em aştiyê dixwazin. Lê ew hîna şer didomînin. Em hemû wekhev in. Zarokên me ji ber betalî û newekheviyê li her çar alî cîhanê belav bûn. Gelê Kurd hîna di bin zilmê de ye.”
 
‘Em azadiya serokatiyê dixwazin’
 
Dayika Aştiyê Nebîha Acar jî destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 27’ê Sibatê de kiriye gelek girîng e. Nebîha Acar wiha dirêjî dayê: “Ne tenê ji bo Kurdan ji bo gelê Tirk jî gavek girîng e. Lê mixabin hîna dewleta Tirk gavek neavêtiye. Em dayik aştiyê dixwazin. Em dixwazin li her çar parçeyê Kurdistanê aştî pêk bê. Em azadiya serokatiya xwe dixwazin. Werin em hemû destê xwe bidin hev. Êdî bes e. Bila ev şer bidawî be. 50 sal in ev şer didome. Axa ku xwîna zarokên me lê nerêjiya nema. Şer û mirin nade qezenckirin. Çar birayên min hebûn du heb şehîd ketin yek ma. Biraziyên min xwarziyên min, neviyên min jî wisa. Tiştên min jiya hemû dayikan jiyaye. Bila êdî zarokên me nemirin.”
 
‘Bila şer bidawî be girtî bên berdan’
 
Dayika Aştiyê Kiymet Acar jî daxuyakirin ku ew piştgiriyê didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha bi lêv kir: “Em li alî aştiyê ne. PKK’ê xwe fesh kir. Gerîlayan çek şewitandin. Li dijî vê gava girîng dewletê tu gav neavêt. Em ji komîsyona hatiye avakirin, biryara ji bo azadiya serokatiyê dipên. Divê serokatiya me jî siyasetmedarên me jî di meclîsê de cih bigirin û xebatan bimeşînin. Bila ev şer bidawî bibe, bila girtiyên me bên berdan. Bila her kes xwedî li banga aştiyê derkeve. Ger ji dil bin wê gavê biavêjin. Hîna axaftina bi Kurdî tê astengkirin. Baweriya me bi wan tuneye. Heta serokatî azad nebe aştî ne pêkan e.”
 
‘Bêyî serokatiyê aştî ne pêkan e’
 
Dayika Aştiyê Maşallah Kaya jî anî ziman ku banga Aştî û civaka demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye bi armanca bidawîbûna mirinan û ji bo pêkhatina aştiyê ye. Maşallah Kaya wiha vegot: “Wê heta kengê xwîn birêje. Êdî bes e. Bila kezeba dayikan neşewite. Bila leşker, polîs û gerîla nemirin. Kurdan û PKK’ê çi peywir ket ser milê wan kir. Bila êdî aştî pêk bê. Bila bi Birêz Ocalan re li ser maseyê rûnin. Bila serokatiya me azad bibe. Bêyî serokatiyê aştî ne pêkan e.”