ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2025'AN

  • 09:00 15 Îlon 2025
  • Rojev
 
*Dayikên Aştiyê der barê pêvajoyê de nirxandin kirin û gotin: “Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin. Encax bi ava paqij dikare bê şûştin. 50 sal in şerekî didome heye. Xwîna zarokên me li ser hemû axa Kurdistanê rijiya. Çiyayên me tên şewitandin, talankirin. Ne tenê hewcedariya Kurdan a Tirkan jî bi aştiyê heye. Aştî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e.” DÎMEN HEYE 
 
*Aktîvîsta Îrani Shaghayegh Noruzi, sê salên piştî qetilikirina Jîna Emînî û xeta têkoşînê ya heta îro vegot û got: “Rûyê jinan guherî. Daxwaza aştiyê kûr bû lê muxalefet hîna kêm maye.” DÎMEN HEYE 
 
*Jinan der barê pêvajoya avakirina civaka demokratîk de nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin: “Bila çareserî hema pêk bê. Bila kes kesî mijûl neke. Kes ji şer qezenc nake, ji aştiyê jî winda nake. Zimanê me xeta me ya sor e.” DÎMEN HEYE
 
*Doza der barê Ayşegul Akdogan a ku li Colemêrgê jin xistin nav lepê  fihuş û hişbirê, ev saleke bi encam nebûye.
 
*Parêzer Melek Şeraldî di civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de li ser binpêkirina mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan ji aliyê Tirkiyeyê ve axivî û ev tişt got: "Ji bo ku pêvajo ji aliyê dewletê ve neyê têkbirin an jî neyê astengkirin û mirov careke din rastî binpêkirinên mafên xwe neyên, divê kesên berpirsiyar bêyî ku li benda bidawîbûna biryara binpêkirinê bin, erkên xwe bi cih bînin." BI DÎMEN