‘Jinên Êzidî bi berxwedana xwe pêşengiyê ji ronesansê re dikin’

  • 11:52 28 Tebax 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî bi peyamên ji derveyî Şengalê hatine didome. Di peyaman de hat gotin ku niha jinên Êzidî bi berxwedana xwe ji cîhanê re bûne mînak û pêşengiyê ji ronesansê re dikin.
 
Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî ku bi dirûşma ‘Bi rêxistin û têkoşînê em ê bibin pêşengên civaka demokratîk û azad’ dest pê kiribû, bi peyamên bidîmen ku ji derveyê Şengalê hatine didome.
 
Endama Koordînasyona Sîwana Meclisa Jinên Êzidî Xanê Agal di peyama ku ji komxebatê de şandî de ev tişt anî ziman: “Ez komxebata we gelek girîng dibînim û dê rist û rola xwe bilîze. Çavên me li Şengalê ye û ji we hêz digirin. Çavê êzidiyan hemû li ser Şengalê ye. Şengal cihê hebûn û tunebûna me êzidiyan e. Êzidî di dîrokê de gelek li ber xwe dane lê tenê di dîrokê de maye, tabî ger ew berxwedana li dîrokî em jî nedibûn.
 
Ji bo civaka Êzidî şoreş roleke girîng dilîze û derfeteke mezin e. Heta duh di nav netewa kurd de hebûna Êzidî nedihat ziman û nikaribû bihata ziman jî. Di nav netewa xwe ya bi xwe de cihê wê qedexe bû. Civaka kurd bi giştî şûnde mabû û parçe parçe bibû û civaka Êzidî jî di nav de winda bibû. Jina Êzidî ji xwe tune bûbû. Jina Êzidî du qatî tunebû. Yek ji aliyê êrîşên hêzên derve yê din jî ji aliyê zihniyeta baviksalarî ve.
 
‘Jinên Êzidî pêşengtî ji berxwedanê re dikin’
 
Jina Êzidî tune dihat hesibandin lê îro jinan Êzidî li dijî hemû êrîşan de ji berxwedanê re pêşengtî dikin. Jina Êzidî li ser koka xwe zindî û jînda bûne. Di fermana 2014’an de hedefa yekem jin bû. Di şexsê qirkirina jin de qirkirina civakê dihat hedefgirtin. Ev di dil û bendena jinan de birînên kûr vekir lê jin bi vê birîna kûr rabû ser xwe li ber xwe dan û berxwedana xwe kirin mînak. Heta Rêber Apo vê berxwedanê girîng dît û silav kir. Ji bo vê jî ronesansa Rêber Apo ragihandiye ku hemû cîhanê ronî dike destpêkê dinyaya me ya tarî ronî dike. Di wê dinyaya teng û tarî de em dikarin serî rakin û em dikarin bêjin em ronî bûne. Ronesansa ku îro Rêber Apo ragihandiye bêtir ronesansa civaka Êzidî ye. Ez hêvîdar im em bi hev re ji vê ronesansê sûd werbigrin û xwe têde ava bikin. Em dubare dibêjin civakeke bêparastin jineke bêparastin mirî ye, ji êrîşan re vekiriye. Parastina herî mezin û bihêz rêxistin e. Ger jin û civaka birêxistinkirîbe kes nikare serê wan bitewîne û kes nikare pêşî li armanc û serkeftina wan bigire. Ji bo wê jî ez bawer dikim dê komxebata we gelek derfetan biafirîne. Em li welat û derveyî welat bi xetereyên glek mezin re rû bi rû ne lê derfetên pir mezin ku em van xeteriyan tune bikin û bi ser bikevin jî hene. Bi ronesansa ku Rêber Apo ragihandî ye em dikarin bi hêztir bidin avakirin. Bi vî bîr û baweriyê li ser navê Sîwana Meclisa Jinên Êzidî em serkeftinê ji we re dixwazin û dibêjin serkeftina we serkeftina me ye.”
 
‘Jinên Êzidî bi berxwedana xwe mînak in’
 
Hevseroka Yekitiya Êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hedya Şemo jî di peyama xwe de komxebata ronesansê li jinên Êzidî pîroz kir û ev peyam da: “Em li ser navê jinên Êzidiyên Rojava silavên xwe ji we re dişînin. Her kes zane rola jinên Êzidî di nav civaka xwe de gelek girîng e. Bi saya jinên Êzidî baweriya êzdatiyê heta roja me ya îro hatiye parastin. Lê  mixabin xwestin bi fermanan civaka Êzidî, ola pîroz ku bingeha kurdewariyê ye, ji holê rakin. Lê nikaribûn vê kokê ji holê rabikin. Em wek jin û dayikên Êzidî li ber xwe dan. 74 ferman hat ser civaka Êzidî û me xwe ji van fermanan parast. Lê divê em ji van fermanan ders derbixin. Fermana 2014’an ku hat bi serê Şengalê ku bêhtir jin hatin hedefgirtin, mînakên berxwedanê jî hene. Îro rola jinên Êzidî rola herî sereke ye ku karibû xwe bi rêxistin bike. Îro jin li Şenglaê xwe bi rêxistin kirine û bi xwe re civaka xwe jî birêxistin kirine. Cara yekemîn e ku hêza parastin jin hatiye avakirin. Rêveberiya Xweser û sazî û dezgehên rêveberiya xweser hatin avakirin. Şoreşa Rojava û Şengalê ji hev ne qut in. Jinên Êzidî bi berxwedanên xwe mînak in li cîhanê ku tu carî destdirêjiyê qebûl nekirin. Hêviya me ew e ku di komxebatê de biryarên girîng werin girtin.”