
Şandeya DEM Partiyê vê hefteyê dê biçe Îmraliyê
- 12:38 25 Tebax 2025
- Rojane
ENQERE - Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê dê vê hefteyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Şandeya Îmraliyê ku ji Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îmraliyê Pervîn Buldan, Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê, di nava vê hefteyê de dê li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Roja hevdîtinê hêj zelal nebûye. Cara ewil e ku dê şande di çarçoveya xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Tê payin ku Abdullah Ocalan têkildarî xebatên komîsyonê û pêvajoya çekberdanê peyamên girîng bide.