Di rêya heqîqetê de, ber bi civaka azad ve (3)

  • 09:05 20 Tebax 2025
  • Dosya
 
‘Mijteya azadiyê şoreşa jinê ye’
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li her qada ku modernîteya kapîtalîst jinan dûr dixe, krîz giran dike û Abdullah Ocalan şoreşa jinê  wek ji nûve avakirina hişê civakî û azadiyê pênase dike.
 
Modernîteya kapîtalîst, di têkiliyên hilberînê de bi serdestkirina nasnameya jinê pêvajoyê teşe dike. Abdullah Ocalan zexta îdeolojîk û dîrokî ya li ser jinê dinirxîne û diyar dike ku şerta esas a civaka azad şoreşa jinê ye.
 
Di vê dosyayê de em alternatîfa komuneke li dijî tunekirina keda jinê, bazirganîkirina bedena jinê, ji mafan bêparhiştin, digirin dest.
 
Modernîteya kapîtalîst nasnameya jinê çawa veguhert?
 
Modernîteyê bandor tenê li pêşketinên teknolojîk û sanayiyê nekir. Heman demê de bandor li rolên zayendî têkiliyên civakî jî kir. Jin ji hilberînê hatin durxistin, nasnameya wê veguhertin alavê. Jin ji qada siyasî û civakî hat durxistin. Abdullah Ocalan da zanîn ku ev durxistin ne tenê rojeviye, kokên wê xwe dispêre dîrok û îdeolojiyê.
 
Bêyî jinan şaristanî nayê avakirin
 
Abdullah Ocalan, koletiya jinê wek teşeyê binpekirina giran a dîroka mirovahiyê dinirxîne. Abdullah Ocalan diyar dike ku heta jin azad nebin civak jî azad nabe,  ji ber azadiya bêyî jin qels û xapînoke.
 
Xespkirina kedê û paqijkirina bîra civakî
 
Abdullah Ocalan durxistina jinan a ji qada hilberînê jî wiha dinirxîne: “Durxistina jinan a ji hilberînê û jiyana civakî tê wateya paqijkirina hiş. Bêyî dîroka jinê dîroka civakê jî nikare bê nivîsin. Hespkirina jinê ya di malê de ne tenê aborî,  înkarkirina têkiliya dîrokî-civakiye.”
 
Bedena jinê veguherî alava piyasê
 
Pergala kapîtalîst ne tenê keda jinê, bedena wê jî kir bazirganî. Di platformên reklam, estetîk û dîjîtal de bedena jinê bû alava piyasê. Abdullah Ocalan di vê mijarê de wiha dibêje: “Jin êdî ne tenê hilberîner, êdî alava dîmen û bikarhêneriyê ye. Bedewariya jinê êdî ne ji azadiyê, di xizmeta piyasê de watedar dibe.
 
Jina ji welatîbûnê hat dûrxistin
 
Di her civaka ku jin wek kirde neyê dîtin de demokrasî jî di gotinê de dimîne. Abdullah Ocalan wiha tîne ziman: “Tu pergaleke ku jinê wek welatî nahesibîne ne demokratîke. Heta kirdebûna jinê neyê nasîn îradeya civakî ya gel jî dernayê holê.”
 
Kûrbûna krîzê û şoreşa jinê
 
Di her qada ku jin jê tê durxistin, krîzên civakî jî rû didin. Xizanî, tundî, betalî û tenê hiştin herî zêde jinan hedef digire. Ev heman demê de rizandina pergalê jî amade dike. Abdullah Ocalan  têkoşîna jinên ne tenê wek tevgereke wekheviyê, wek  qûtbûna dîrokî ya ji pergalê pênase dike.
 
Aboriya jina azad
 
Azadiya jinê ne tenê bi sererastkirinên qanûnî, di veguhertineke di têkiliyên hilberînê de pêkan e. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Heta ku jin hilberîna xwe nekin û qada jiyana xwe ava nekin divê behsa azadiyê jî neyêkirin. Aboriya jinê dilê modernîteya demokratîk e.
 
Gotina dawî: Şoreşa herî mezin
 
Heta azadiya jinê pêk neyê tu civak azad nabin. Abdullah Ocalan ji ber vê jî wisa dibêje: “Jin ne azad bin, zincîra koletiyê li civakê hatiye gerandin. Azadiya jinê şoreşa herî mezine.”