ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2025'AN

  • 09:00 10 Tebax 2025
  • Rojev
 
*Tevgera azadiya jinên Kurd, jinan ne tenê têkoşer nabîne, wek kirdeyek damezrîner ya her qada jiyanê vediguhere pênase dike û paradîgmayek giştî ava dikin dibîne.  DOSYA
 
*Nûnera KCDP’ê Şîrîn Yalincakoglu der barê tundiya li ser jinan a her diçe zêde dibe de axivî û da zanîn ku polîtîkayek bêcezahiştinê ya sîstematîk heye û balkişand ser têkoşîna jinan a hevpar. DÎMEN HEYE
 
*Dayika Sedef Guler a bi îşkenceyê hat qetilkirin, Gulîzar Sezer, daxwaz kir ku nakokiyên di dosyayê de bên çareserkirin û ji bo jinên din neyên qetilkirin têdikoşe. DÎMEN HEYE
 
*Cemîle Duman bertek nîşanê girtina Komeleya Çand û Ziman a Avesta ya li Îzmîrê hatiye giritn da û da zanîn ku ew êrîşên li hember zimanê dayikê qebûl nakin û got divê Kurdî wek zimanê fermî bê qebûlkirin. DÎMEN HEYE
 
* Dayikên Aştiyê yên Amedê diyar kirin ku ew dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û got ji bo pêvajo baş bimeşe divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin. DÎMEN HEYE
 
*Bi paqijkirina texrîbatên qeyûman piştî 8 salan şûnde DÎKASUM dîsa ket faliyetê û li bajar bû navenda çareseriya pirsgirêkan. Di 6 mehan de bi sedan jinan serî lê dan. DÎMEN HEYE