Li rojnamegera tev li danişînê nebû ceza hat birîn

  • 16:18 7 Tebax 2025
  • Hiqûq
STENBOL - Rojnameger Rahîme Karvar bi şertê qedexeya derketina derveyî welat hatibû berdan. Bi hinceta ku Rahîme Karvar tev li danişînê nebûye, biryara xistina kelemçeya elektronîk hate dayin. 
 
Rojnameger Rahîme Karvar, di 17’ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin û di 21’ê Çileyê de bi heman îdiayê hate girtin. Danişîna ewil a Rahîme Karvarê li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate lidarxistin û bi şertê qedexeya derketina derveyî welat, biryara tehliyeyê hate dayin. Danişîna duyemîn a Rahîme Karvarê di 17’ê Tîrmehê de hate lidarxistin. Di danişînê de girtek hatin amadekirin. Dadgehê biryar da ku li gel şertê qedexeya derketina derveyî welat, her wiha cezayê kelemçeya elektronîk a ji bo Rahîme Karvar dernekeve derveyî bajar û mehê 2 caran îmzeyê bide jî hate dayin. Dadgehê, beşdarnebûna Rahîme Karvarê ya danişînê weke hinceta biryarê nîşan da. 
 
Rahîme Karvarê jî bertek nîşanî vê biryarê da û weke mudaxileyeke yekser a li dijî rojnamegeriyê û cezakirina pîşeya rojnamegeriyê nirxand.