
ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2025'AN
- 09:00 7 Tebax 2025
- Rojev
*Jinên di hevdîtina gel a li Avkevirê pêk hat de axivîn wiha gotin: “Bila aştiye ku şer, pevçûn û çek tuneye hebe. Bila zimanê me serbest be.” DÎMEN HEYE
*Li her qada ku zanabûna jinê tê çewisandin berxwedan ji nû ve vedije. Ev berxwendan ne tenê dengê jinan di heman demê de bang dike ku civak ji nû ve bi heqîqetê re bê gel hev. DOSYA
*Jinan bertek nîşanê girtina Komeleya Çand û Ziman a Avesta dan û wiha gotin: “Aştî û çareserî bê ziman nabe. Heta ku Kurdî nebe xwedî statu, Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê, em dest ji vê têkoşînê bernadin.” BI DÎMEN
*Endama OHD’ê Parêzer Gazel Kulug da zanîn ku li girtîgeha jinan a Bakirkoyê binpêkirinên mafan didomin û got: “Girtiyên jin dema diçin nexweşxaneyan cenderme bi kameraya berestû li odeya dermankirinê dipên û dema dermankirinên jînekolojiyê de, cenderme kamerayan vedikin. Her wiha di van hewayên germ de ava girtiyan ya tê birîn yan jî qirêj diherike.” BI DÎMEN
* Endama komîsyonê Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê xebatên komîsyonê ku wê heta meha kanûnê bidomin de axivî û got: “Ji aliyê komîsyonê ve raste rast ji Abdullah Ocalan guhdarkirina fikr û nêrînên wî wê piştgiriyek cidî bide xebatan. Em ê jî vê di nava pêvajoyê de daxwaz bikin.” DÎMEN HEYE