
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê kuştina Salîha Akkaş şermezar kir de
- 12:18 6 Tebax 2025
- Rojane
ENKARA - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê derbarê Salîha Akkaş de ku ji aliyê mêrê ku ew di pêvajoya berdanê de ve bû bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek weşand. Meclîsê got, "Jin li vî welatî nayên parastin, mafên wan ê jiyanê bi awayekî sîstematîk tê paşguhkirin. Her qanûna ku di têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan de nayê bicîhanîn, sûcdaran bi cesaret dike."
Salîha Akkaş, karmenda parlementoyê, di êvara 4'ê Tebaxê de ji aliyê mêrê ku ew pê re di pêvajoya berdanê de bû bi giranî hat birîdarkirin û ew rakirin nexweşxaneyê. Piştî ku du rojan li nexweşxaneyê Salîha Akkaş piştî ku du rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derbarê bûyerê de daxuyaniyek weşand.
'Tehamûla me nemaye'
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Em bi xemgînî hîn bûn ku karmenda Parlamentoyê Salîha Akkaş ku ji aliyê mêrekî ku ew di pêvajoya veqetînê de bû ve hate kêrkirin û bi birînên giran rakirin nexweşxaneyê, têkoşîna xwe ya jiyanê winda kir. Tevî ku gelek caran serî li saziyên têkildar da biryara parstinê derbarê wê de hat girtin. Lê salîha nehat parstin. Sûcdar bi hêsanî Salîha kuşt. Tundûtûjiya li dijî jinan her roj jiyanek ji me digire. Kuştina Salîha encamek eşkere ya tundiya mêran û polîtîkayên ku vê tundiyê paşguh dikin û nikarin pêşî lê bigirin e. Jin li vî welatî nayên parastin û mafê wan ê jiyanê bi awayekî sîstematîk tê paşguhkirin. Her qanûnek ku di têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan de nayê bicîhanîn, cesaretê dide sûcdaran.
Em sersaxiyê ji malbat, hezkiriyên Salîha Akkaş û hemû hevkarên wê re dixwazin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin da ku berpirsiyarên vê kuştinê bi tundtirîn awayî hesab bidin û mafê jiyanê yê jinan were misogerkirin. Bila were zanîn ku em êdî tundî û kuştina jinan tehemûl nakin!"