Girtekên Civîna Duyemîn a Komîsyonê dê veşartî bin

  • 13:35 6 Tebax 2025
  • Rojane
ENQERE - "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xuşk û Biratî û Demokrasiyê" ku duh li Parlamentoyê hate damezrandin, biryar da ku civîna xwe ya 8'ê Tebaxê li pişt deriyên girtî li dar bixe.
 
Komîsyona ku dê civîna xwe ya duyemîn di 8'ê Tebaxê de li dar bixe, duh biryar da ku Wezîrê Parastina Millî Yaşar Guler, Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlikaya, Serfermandarê Giştî Selçuk Bayraktaroğlu û Rêvebirê Rêxistina Îstîxbarata Millî (MÎT) Îbrahîm Kalin guhdar bike. Li gorî agahiyan, civîna duyemîn dê ji çapemeniyê re girtî be. Girtekên civînê jî dê veşartî bin.