Aştî bi her kesî dide qezenckirin!

  • 09:02 30 Tîrmeh 2025
  • Rojane
AGIRÎ - Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Bazidê ‘Konferansa Girîngiya Yekitiya Neteweya Kurd’ pêk anîn. Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli axivî û got: “Kirdeya aştiyê jin in. Yên di aştiyê de winda bikin tune ne, aştî bi her kesî dide qezenckirin.”
 
Piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir şûnde xebatên ji bo yektiya neteweyî dest pê kirin û ji aliyê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi dirûşmeya ‘bi armanca yekitiyê berbi aştiyê ve' di 26’ê Tîrmehê de li Bazid a Agiriyê ‘Konferansa Girîngiya Yekitiya Neteweya Kurd’ pêk hat.
 
Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Cemîle Turhalli ku tevli konferansê bû, der barê pêvajoya aştiyê û rola jinan de axivî.
 
‘Berdewama lêgerîna yekitiyê ya Ahmedê Xanê daye destpêkirinê ye’
 
Cemîle Turhalli da zanîn ku yekemîn konferansa Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li ser yekitiya Kurdistanê ye û wiha got: “Gelê Kurd bi sedsalan e di lêgerîna yekitiyê de ne. Ahmedê Xanê 300 sal berê der barê yekitiyê de gotinên xwe gotibûn. Wê demê ji ber nebûna yekitiya Kurd, pirsgirêk hebûn. Ahmedê Xanê wê demê jî dizanibû.  Her derfetê de anî ziman. Têkoşîn da. Her tim behsa yekitiyê kir. Lêgerîn ji wê rojê de didome. Îtîraz ji wê rojê de didomin.”
 
‘Kurdan îtîrazê qederê kirin’
 
Cemîle Turhalli wiha vegot: “60 mîlyon nifûsa Kurd heye. Lê ne xwedî statu ne. Li cîhanê tiştek wisa tuneye. Hebûnek civakî û çandî ya mirovan jî hebûnê îfade dike. Mixabin dewletên hegemonîk xwestine van gelan tune bike. Xwestine bikin yek reng. Kurdan îtîraz irkin û ev qebûl nekirin. Dema Lozanê de jî Kurd bi ereb, Tirk, Hemşîn û Ermeniyan re jiyane. Ji ber xwediyên vê axê bûn. Bi salane li vê erdnîgariyê dijîn. Lê netew dewletan di tunebûnê de israr kirin.”
 
‘Kurd tenê hebûna xwe esas nagirin’
 
Cemîle Turhalli balkişand ser yekitî û tifaqê û Kurd di hişmendiya ku divê bibin hêz û bên gel hev. Cemîle Turhalli wiha anî ziman: “Kurd îro naxwazin şaşiyên ku berê hatine kirin bên dubarekirin. Kurd naxwazin bin bandora hêzên hegemonîk de bimînin û biryarê bidin. Dixwazin yekitiya xwe ava bikin û ligel hev bin. Kurd ne tenê hebûna xwe, ya hemû gelan esas digire û dixwaze bi hemû gelan re ligel hev bijîn.”
 
‘Birêz Ocalan pira ku tîne gel hev e’
 
Cemîle Turhalli ev tişt bi lêv kir: “Dîroka Kurdistanê de pirsgirêka herî mezin krîza rêxistibûnê ye. Divê îro li her çar parçeyê modela rêbertiyê bê avakirin. Îro birêz Ocalan xwedî vê hêzê ye. Birêz Ocalan pira ku tîne gel hev e. Gelan tîne gel hev. Pêşniyarên xwe dike.  Belê hewcedariya me bi wê pirê hebû. Îro Abdullah Ocalan ew pir ava kiriye.”
 
‘Jinan bi rêxistinbûna xwe bersiv da’
 
Cemîle Turhalli  diyar kir ku di parastina hebûna Kurdan de kirdeya herî girîng jin in û got çanda Kurd, Kurd bi saya jinê hatiye parastin. Cemîle Turhali wiha berdewam ikr: “Îtîrazên Kurdan bi destê jinan bûne. Bersiva herî mezin bi rêxistibûnê ji aliyê jinan ve hatiye dayîn. Kirdeya herî girîng a aştiyê jin in.  Em ji têkoşîşan jinan hêz û moral digirin. Kirdeya aştiyê jin in. Yên di aştiyê de winda bikin tune ne, aştî bi her kesî dide qezenckirin.”