
Ji Cenevreyê bang kirin: Divê dewlet gavê bavêje
- 20:20 30 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Cenevreyê zêdetirî 4 sal in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di çalakiya runiştinê pêk tê. Di çalakiyê de bang hat kirin kuTirkiye gavê bavêje.
Çalakiya rûniştinê ya ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê tê lidarxistin, 236 hefte ye bê navber didome.Çalakvanan banga azadiya Abdullah Ocalan kirin û her wiha nerazîbûn nîşanî operasyonên leşkerî yên li Kurdistanê dan.Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
‘Gavên aştiyê tên piştgûhkirin’
Di çalakiyê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ya 27’ê Sibatê hat bibîr xistin û wiha hat gotin: “Gavên Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ku bersiv dabû vê bangê, ji aliyê dewleta Tirk ve tê paşguhkiri û ti gavên berbiçav nehatine avêtin. Ji bo aştiyeke rastîn, gava yekem divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi lez pêk were.”
‘Êrîş zêde bûne’
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Osman Tekîn diyar kir ku Tirkiye tevî bangên aştiyê operasyonên xwe yên leşkerî zêde kiriye.Destketiyên Kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin hedef. Şoreşa Rojava armanca sereke ya van êrîşan e. Ev êrîş ne tenê li dijî Kurdan, li dijî Elewî, Durzî û gelên din ên herêmê jî ne. Ev konsepteke qirkirinê ye. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û destketiyên demokratîk ên hemû gelên herêmê di bin metirsiyê de ne.”
Osman Tekîn wiha bang li civaka navneteweyî kir: “Divê Şoreşa Rojava bê parastin, êrîşên dewleta Tirk divê bi lez bên rawestandin. Raya giştî ya navneteweyî divê bersivê bide daxwaza aştiyê ya gelê Kurd û azadiya fizîkî ya Rêber Apo dabîn bike. Ev gav ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn jî pêwîst e.”