Di 4 mehan de 45 jin hatin qetilkirin

  • 16:14 30 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafê Mirovan ya Herana ragihand ku di nava 4 mehan de 45 jin hatine qetilkirin.
 
Rêxistina Mafê Mirovan ya Herana derbarê kuştinên jinan yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, raporek belav kir.
 
Li gorî raporê di nava meha Adar, Nîsan, Gulan û Hezîranê yên îsal de, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 45 jin hatine qetilkirin.
 
Heman çavkaniyê ragihand ku di meha Adarê de 17 jin, Nîsanê 19, Gulan 6, û Hezîranê de jî 3 jin hatine qetilkirin.
 
Di raporê de behsa sedema qetilkirinan jî hate kirin û hate gotin; “Ev kuştin ji ber sedemên cûda yên malbat û hêceta şeref pêkhatine. Piraniya xwe jî bûyer bi rêya bikaranîna çek, kêr û êşkencekirinê çêbûne.”
 
Hêjayî gotinê ye sala borî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 158 jin hatibûn qetilkirin.