
Li Dêrsimê xweza tê talankirin
- 09:05 28 Tîrmeh 2025
- Ekolojî
Rojda Aydin
DÊRSIM - Hat zanîn ku li deverên daristanî yên gundên Pakîre û Hopîkê yên navçeya Xozatê bi destê kesî AKP’yî Pakî Bozkurt birîna daran a berfireh pêk hatiye. Her çend dîmenên ku ji hêla ajansa me ve hatine kişandin wêrankirina xwezayê dide berçavan.
Xwezaya Dêrsimê careke din di hedefê de ye. Li aliyekî çiya ji ber projeyên madene tijî çal in û li aliyê din jî ji ber birîna daristanan gelî tazî dimînin. Qirkirina birîna daran ên li gundên Pakîre û Hopîkê yên navçeya Xozat a Dêrsimê tên meşandin, di rêze êrîşên li ser xwezaya herêmê de bûne êrîşên herî dawî yên didomin. Daristanên gundên Pakire û Hopikê li ber çavan tên wêrankirin. Ne tenê dar, lê di heman demê de bîr, qada jiyanê û pêşeroja gelekî jî tê birîn. Lê belê, ev kiryar ne tenê ekosîstemê, lê di heman demê de şêwazê jiyanê, bîr û kevneşopiya berxwedanê ya gelê Dêrsimê jî tehdît dikin. Tevî hemû nerazîbûnên welatiyên herêmê jî, xwezaya kevnar a Dêrsimê bi birîna daran a berdewam re bi wêraniyeke bêbersiv re rû bi rû ye.
Bi destên AKP'ê qirkirina xwezayê
Li gundên Pakîre û Hopîkê wêrankirina xwezayê ji aliyê Pakî Bozkurtê AKP’yî ve tê kirin ku di hilbijartinên herêmî yên 2024’an de li Xozatê bernamzetê şaredariyê bûye. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, birîna daran ku du hefte berê li gundê Pakîre dest pê kiriye, tevî hemû nerazîbûnan jî berdewam dike.
Dîmen qirkirinê dide ber çavan
Dîmen û wêneyên ku ajansa me ji herêmê kişandine de, bi zelalî tê dîtin ku darên birîn li ser hev hatine komkirin û deverên mezin ên daristanê tên talankirin. Her çiqas tê gotin ku birîna daran ji aliyê AKP’yî Pakî Bozkurt ve tê organîzekirin jî, xweza li ber çavan tê wêrankirin.
Şêniyên gund li dijî birîna daran nerazîbûn nîşan dan û gotin, “Xwezaya me tê talankirin, daristanên me tên wêrankirin.”
Herêma di bin kontrola rêveberiyê de tê talankirin
Hate diyarkirin ku bi Qanûna Kadastro re, tenê hin deverên herêmê ji bo gel hatine dayîn, lê deverên daristanên mezin ji bo Rêveberiya Daristan û Xezîneyê hatine veguhastin. Hate diyarkirin ku birîna daran li van deveran di bin çavdêriya rêveberiyê de tê kirin.
Hopîkê jî qirkirin dimeşe
Bi heman awayî hat zanîn ku li gundê Hopîkê jî ji aliyê Pakî Bozkurt ve dar tên birîn. Xelkê herêmê tekez kir ku jîngehên xwezayî yên li vê herêmê bi awayekî sîstematîk tên wêrankirin.