ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2025'AN

  • 09:00 23 Tîrmeh 2025
  • Rojev
 
*24’ê Tîrmehê ku li Tirkiyeyê her sal wekî “Cejna Çapemeniyê” tê pîrozkirin, ne pîrozbahiyek ji bo rojnamevanên ku ji kevneşopiya çapemeniya azad tên e, loma çapemeniya azad sembola têkoşîna li dijî zext, sansûr û girtinan e. DÎMEN HEYE 
 
*Jinên li Helebê têkildarî êrişên li ser Durziyan a li Siwêdayê wiha gotin:"Xelkê Siwêdayê îro li hember sîstema HTŞ'ê û çeteyan serî rakirine. Bi çeka xwe parastina axa xwe dikin ev yek ji bo me cihê rêz û hurmetiyê ye, îro em weke jinên Kurd piştevaniya xwe bi hemû jin û gelên ku li hember qirkirinê serî hildidin dikin û em berxwedana wan pîroz dibînin."  DÎMEN HEYE 
 
*Gelê Kurd, tevgera jinan û însiyatîfa aştiyê di asta wekheviyê de tevli pêvajoya 2013-2015’an nebûn û ev kêmasiya herî mezin a heyet û komîsyonên hat avakirinê bû. Bendewarî mezin e ku îcar di komîsyona bê avakirin de nûnerî û îradeya jinê bi bandor be.
 
*Jinên li gundê Kaçît a Şaxê dijîn, pirgirêkên gund vegotin û gotinriyên gund xerabe ne, jinek ketiye birîndar bûye. Jinan wiha gotin: “Gundê me girêdayê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ye. Piştî qeyûm hatin proje betal kirin.” DÎMEN HEYE 
 
*Dadgeriyê cezayê muebeta giran ê gumanbar Kazim Altinmakas ê Fatma Altinmakas qetil kir, erê kir. Parêzer Rûken Guven wiha got: “Her çiqas ji dosyaya ceza biryar derketibe û hatibe erêkirin jî em dibêjin ku divê gumanbarên dosyaya destdirêjiyê ceza bigirin û bên darizandin.”
 
*Dayikên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane û dayikên girtiyên nexweş diyar kirin ku ew ji ber gavên hatine avêtin kêfxweş in û got: “Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK baweriyê dide me.” DÎMEN HEYE