Ji DEM Partiyê ji bo Emîne Ocak peyam

  • 14:37 23 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
ENQERE - DEM Partiyê, ji bo Dayika Şemiyê Emîne Ocak peyama sersaxiyê weşand û got: “Mîrateya Emîne Ocak dê di têkoşîna me ya edaletê de bijî.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal X’ê peyama sersaxiyê bo wefata Emîne Ocak weşand. Emîne Ocak, piştî kurê wê Hasan Ocak di binçavan de hate windakirin, di 89 saliya xwe de bû sembola têkoşîna Dayikên Şemiyê.
 
Di peyamê de wiha hat gotin: "Em ji ber wefata Emîne Ocak, dengê berxwedêr ê Dayikên Şemiyê û sembola lêgerîna rastî û edaletê, pir xemgîn in. Emîne Ocak,  qet dev ji pirsa çarenûsa zarokê xwe yê winda berneda, dê rêya hemû kesên ku li ser vê axê li edaletê digerin ronî bike. Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe re, nexasim ji malbata wê, Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan re dixwazin. Mîrateya Emîne Ocak dê di têkoşîna me ya edaletê de bijî."