
Wê ji bo Emîne Ocak li Qada Galatasarayê merasîm bê lidarxistin
- 14:38 23 Tîrmeh 2025
- Rojane
STENBOL - Ji bo Dayika Şemiyê Emîne Ocak ku jiyana xwe ji dest da, wê li Qada Galatasarayê merasîm bê lidarxistin.
Bernameya merasîma cenaze ye Dayika Şemiyê Emîne Ocak diyar bû. Emîne Ocak wê li Qada Galatarasayê ku bûye sembola têkoşîna edaletê ya Dayikên Şemiyê bê oxirkirin. Merasîm wê sibe saet di 10:00 de pêk were û saet di 16:00 de li Cemxaneya Gazî merasîm bê lidarxistin. Piştre jî li Goristana Gazî bê veşartin.