Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin wê li Brukselê çalakî bê lidarxistin

  • 21:39 3 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Rojnamevanên Jinên Kurdistan (ROJIN) daxuyand ku di 5’ê Îlonê de li ber Konsolosxaneya Iraqê ya li Brukselê wê çalakiyê li dar bixin û got: “Ji bo şermezarkirina terora dewletan û parastina mafê rojnamevaniyê dengê xwe bilind dikin.”
 
Ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di 23’yê Tebaxê de di encama êrîşa balafira bêmirov a Tirkiyeyê de li Silêmaniyê hatin qetilkirin, wê li ber Konsolosxaneya Iraqê ya li paytexta Belçîka Brukselê çalakiyek bê lidarxistin.  
 
Çalakî li ser banga Yekîtiya Rojnamevanên Jinên Kurdistan-ROJIN wê 5’ê Îlonê roja Pêncşemê saet di 15.00’an de li kolana Franklin Roosevelt 115, 1000 Bruxelles a ku Konsolosxaneya Iraqê lê ye, bê lidarxistin.   
 
ROJIN'ê banga tavlbûn û hevgirtinê li rojnamevan û dostên ROJIN'ê kir û ev agahî hatin dayîn:  “Di Tebaxa 2024’an de li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniyê 2 rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin. Rojnamevan ne tenê li Kurdistanê, li hemû cîhanê – bi taybetî jî li herêmên şer û pevçûnan lê hene- ji ber ku heqîqetê radigihînin, têne qetilkirin. Em ji bo şermezarkirina terora dewletê û parastina mafê rojnamevaniyê dengê xwe bilind dikin. Em weke rojnamevanên Kurd ji bo şermezarkirina komkujiya Seyîdsadiq a di 23’yê Tebaxê pêk hat û bîranîna hevalên xwe yên hatin qetilkirin li ber Konsolosxaneya Iraqê ya li Brukselê bên gel hev. Em we, hevrêyên xwe û hemû dostên xwe vedixwînin çalakiya şermezarkirinê.”