Li Berlînê Konferansa Aşitî û Demokrasiyê: Abdullah Ocalan divê azad bibe
- 16:09 31 Tebax 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Konferansa Aşitî û Demokrasiyê de ku li Berlîn a paytextê Elmanyayê hate lidarxistin, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn.
Konferans Aşitî, Dîyalog û Demokrasiyê li eywana Mercure Hotelf a li Berlînê dest pê kir ku gelek rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, rojnamevan û siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê tevlî konferansê bûn. Gelek rewşenbîr, akademîsyen, rojnamevan, siyasetmedar û entellektûelên ji Tirkiyeyê jî tevlî konferansê bûn.
Yek ji organîzatora konferansê Prof. Dr.Neşe Ozgen got ku armanca lidarxistina konferansê li hemberî şerên li cihanê parastina aşitî û demokrasiyê ye. Neşe Ozgen anî ziman ku ew bi armanca aştiyeke birûmet li hev kom bûne û bal kişand ku şerên li cîhanê erdnigariyan nas nakin û şerê înkar û îmhayê yê dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd ên li Rojava, Başur û Bakur. Neşe da zanîn ku bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û azadiya hemû girtiyan tê hedefkirin û got: "Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin. Ji bo bidawîbûna şerê li Tirkiyeyê û polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn divê ev tecrîd were rakirin."
Piştî axaftina Neşe Ozgenê panela bi navê; "Şer-Pevçûn û Tecrûbeyên Tevgerên Mixalefetê yên di Pêvajoya Muzakereyan de" ya di bin moderatoriya Parlamenterê HDP’ê yê berê Hişyar Ozsoy de hate lidarxistin.
Dr. Nora J. Ragab, Lêkolerê Penaberiyê û damezrînerê Arşîva Femînîzmê ê Berlînê Connie Ledesma, Endamê Eniya Demokratîk û Neteweyî ya Filîpînê Edward Shalala, Dîrektorê Navenda Nirxên Qanûnî, hin endamên berê yên desteyên qanûnî yên Efrîqaya Başûr, nûnerê Marylen Serna Salinas Congreso deLos Pueblos- Movimiento Campesını de de Cajibioyê, Paul Gavan, ji Îrlandayê senatorê Sinn Feinê û endamê Meclîsa Konseya Ewropayê tevlî panelê bûn.
Dr Nora J. Ragab di panelê de têkildarî şerê Îsraîl li Xezeyê bi rê ve dibe û rewakirina vî şerî ya siyaseta navneteweyî de axivî. Dr. Nora J. Ragab got: ‘’Ger em têkildarî şerî biaxivin, em dikarin bibêjin ku ev polîtîkayeke mêtinkariyê ye. Di mijara Filistînê de divê ev yek were diyarkirin ku kolonyalîzm û polîtîkayên mêtinkariyê li qadên jiyana gelan, bi awayekî derqanûnî însanan hedef digirin. Ev yek bi taybetî li Filistînê tê kirin.’’
Connie Ledesma jî têkildarî tecrubeyên xwe yên li Filîpînê yên di hevdîtinên aşitiyê de axivî. Ledesma ev yek anîn ziman: "Li Başûrê Filipînê di salên 90’î de pêvajoya aştiyê hebû. Pêvajoya aşitiyê ya li wir, di nava komên Îslamparêz de bû. Piştî vê pêvajoyê bi taybetî jî ji bo Misilmanan û gelê Filipînê ê din herêmên xweser hatibûn vekirin. Li Filipînê du pêvajoyên aştiyê hebûn ku yek ji wav danîna çekan bû. Piştî vê yekê jî ketibûn pêvajoyeke demokratîk. Ev pêvajoya aştiyê bi taybetî jî bi Eniya Demokratîk a Îslamî re hatibû kirin. Çimkî ew wê demê gelekî bihêz bûn. Li Filipînê koçberî çêdibe. Ji bo ku di warê debarê de alikariya hev bikin, malbatan koç dikir. Filipîn civakeke nîvfeodal e. Qada jiyanê di bin kontrolê de ye ku ev jî bêkarî û hejarî ye."
Edward Shalala jî têkildarî tecrûbeyên xwe yên Efrîqaya Başûr pêşkêşiyek kir û ev yek anîn ziman: "Li Efrîqaya Başûr hem demokrasî û hem jî edalet û civakîbûn pirsgirêk bûn. Têkoşîna aşitiyê têkoşîneke bihêz e. Em dikarin bibêjin ku Efrîqaya Başûr demokratîk e. Têkoşîna ku salên 90’î de hatî dayîn, têkoşîneke civakî bû. Di salên 90’î û 80’î de Efrîqaya Başûr cihekî kaotîk bû. Mafên mirovan û mafên demokratîk ji bo gelan serkeftineke mezin bû. Me ev pergal çawa ava kir? Niha pirsgirêkên cuda rû didin. Pirsgirêka me ya herî mezin şer e yan aşiti ye? Divê em vê yekê zelal bikin. Bi rastî jî divê em vê yekê bi awayekî rast bipirsin."
Marylen Serna Salinas jî bal kişand ser zehmetiyên civakên ku ji qadên jiyanê tên derxistin û azadiya wan jê tê standin û got: "Piştî peymana aştiyê ya di sala 2016’an de a li Kolombiyayê derketina komên çekdar ên ne şoreşger û bi karên narkotîkê eleqedar dibûn, li Kolombiyayê girîngiya tevgerên civakî careke din anî rojevê. Civakên Kolombiyayê heya beşdarbûneke çalak nîşan nedin, demokrasiyê bi dest naxin."
Panelîstê din Paul Gavan jî ev yek anîz ziman: "Ez dixwazim têkildarî têkoşîna li dijî komên çekdar biaxivim. Şerî demeke dirêj berdewam kir. Welatê me IRA bi rastî jî çalak bû û ez ê qala stratejiya aşitiyê bikim. Di navbera aktoran de hin hevdîtin pêk hatin ku ew hin bi awayekî veşartî pêk hatin û hinek jî bi awayekî eşkere pêk hatin. Ev yek bû sedem ku IRA têkoşîna çekdarî bide sekinadin. Piştre derfet çêbû ku peymanek were îmzekirin. Weke çareseriyeke siyasî dawî nehate nîqaşkirin lê belê ji aliyê serweriya gelan û pêkvejiyanê ve serdemeke gelekî girîng bû. Wê pêvajoyê gelek tişt hînî me kirin. Divê a niha di warê navneteweyî de bi Filistînê re hevgirtin hebe. Divê di navbera hemû akroran de niyetbaşî hebe. Ne pêkan e ku hemû aktor bi awayekî wekhev têkariyê li pêvajoyê bikin. Divê platformeke çavdêriya wekheviya hemû gelan dike were avakirin û divê aktor bi vî rengî pêvajoyê bi rê ve bibin. Bi taybetî jî Yekîtiya Ewropayê têkariyê li van pêvajoyan nake.
Ez ji vir piştevaniya xwe ya ji bo têkoşîna gelê Kurd diyar dikim. Divê fikr û têkoşîna Abdullah Ocalan neyên jibîrkirin û divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşîneke hesas were meşandin. Her wiha ez piştevaniya xwe ji bo gelê Filistînê jî diyar dikim."