Li Êlihê qeza çêbû: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
- 16:11 20 Tebax 2024
- Rojane
ÊLIH - Di qezaya trafîkê ya li Êlihê çêbû de ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Malêgir ê li ser rêya bejahiyê ya Êlih û navçeya Hezoyê qezaya trafîkê çêbû. Ji ber xebatên rê li herêma ku trafîk ji yek alî diherike, otomobîla ku ji wesayîta pêşiya xwe derbas bû û TIR’a ji hember dihat li hev dan û qeza çêbû. Di qezayê de ji heman malbatê kesên bi navê Medenî û Remziye Îba û Mensûre Guler li cihê bûyerê, Neslîhan Îba jî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Batmanê jiyana xwe ji dest da.
Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.