ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2024'AN
- 09:00 20 Tebax 2024
- Rojev
* Endama Rêveberiya PADÊ ya Silêmaniyê Evîn Emîn, diyar kir ku biryara girtina PADÊ, yek jî rêbazeke fermanêye tînin serê xelkê Şengalê û got: "Pergala hevserokatiyê ne di nav hizbên Iraqê di nav PADÊ de heye. Jin û mêr bi hev re civakê bi rêve dibin û ev yek hedef hatiye girtin. Divê bê zanîn Şengal tu carî venagere beriya 20214’an." BI DÎMEN
* Jinên xelkê gundê Xokanê ya Elbaka Wanê serê sibê berê xwe didin zozanan û li vir pezê xwe didoşin. Ji bo debara xwe bikin jî şîr û penîrê xwe difroşin. Lê jinan diyar kir ku şîr û penîr pir erzan diçe û keda wan hemû vala diçe. BI DÎMEN