Li Colemêrgê 3 herêm qada taybet hatin îlankirin
- 15:29 17 Nîsan 2024
- Rojane
COLEMÊRG - Herêmên bejahî yên Colemêrgê yên li xeta sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê ji bo 5 rojan weke "herêma ewlekariya taybet" hatin îlankirin û operasyona leşkerî hat destpêkirin.
Walîtiya Colemêrgê herêmên bejahî yên li xeta sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê, Belqîz, Çiyareşk û Kûştîyan ji bo 5 rojan weke "herêma ewlekariya taybet" îlan kir.
Di saetên serê sibê de bi wesayîtên zirxî û helîkopteran leşker sewqî herêmên ku weke herêmên ewlekariya taybet hatin ragihandin kirin.