Çalakgerên Cenevreyê bang kirin

  • 22:16 10 Nîsan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  - Kurdistaniyên ku zêdetirî 3 sal in ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her hefte li ber NY’yê çalakiyan li dar dixin, banga “Em di navbera 15-19’ê Nîsanê de li ber CPT’ê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biqîrin" li her kesî kirin.
 
Çalakiya rûniştinê ya ji 25’ê Çileya 2021’an ve her roja Çarşemê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê lidarxistin, dewam dike.
 
Çalakiya vê hefteyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser navê komîteya çalakiyê Ramazan Baytar axaftinek kir.
 
Ramazan  got, "Tevî ku felsefeya azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan di gelan de hêviyê çêdike, hêzên navneteweyî yên ku vê felsefeyê ji bo xwe xeternak dibînin, li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bêdeng in. Îro NY, CPT û saziyên mafên mirovan ji bo berjewendiyên dewletan tevdigerin.”
 
Ramazan Baytar da zanîn ku wê di navbera 15-19'ê Nîsanê de li Strasboûrgê di çarçoveya pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseî çalakiya rûniştinê bê lidarxistin û banga tevlîbûnê kir.
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê berdewam kir.