Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 73’emîn de ye

  • 21:17 9 Nîsan 2024
  • Rojane
ENQERE - Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar li ber Wezareta Dadê didomîne, di roja 73’emîn de berdewam dike.
 
Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edeletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 73’an de berdewam kir.
 
Sevînç Çakar a kurê wê piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an de cezayê muebeta girankirî wergirt jî piştevaniya malbata Şenyaşar kir.  Şevînçê, bi cilên ku li ser “Ez kurê xwe dixwazim” dinivîsî hate ber wezaretê.
 
Malbata Şenyaşar piştî fitara xwe ve kir, derbasî Meclisê bû.