Ji DEM Partiyê serdana goristanan
- 18:57 9 Nîsan 2024
- Rojane
WAN - DEM Partî li Wanê bi wesîleya cejna Remezanê li gelek taxan serdana goristanan kirin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê bi wesîleya cejna Remezanê li gelek taxan serdana goristanan pêk anî. Parlamenterên Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît, Mahmut Dîndar,Zulkuf Uçar,Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Di Derguşa Şaristaniyan de Jiyana xwe Ji Dest dane (MEBYA DER),Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclîsa Ciwanan, rêveberên DEM Partî Û DBP’ê tevli bûn.
Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Uyar di serdana goristanan de axivî û go: “Em bi saya şehîdên Kurdistanê di riya xwe de dimeşin. Em saya wan hene. Em şehîdan bi rêzdarî bibîr tînin.”