Girtiyên siyasî: Em ê berxwedanê mezin bikin

  • 15:09 3 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd greva birçîbûnê didomînin ragihandin ku di 4’ê Nîsanê de çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin. Girtiyan diyar kir ku wan biryara boykotkirina telefon û serdana malbatan dane. 
 
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyan ragihandibûn ku heke daxwaza wan neyên qebûlkirin, dê piştî hilbijartinê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. 
 
Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyaniyek hate dayîn û hat ragihandin ku çalakiya greva birçîbûnê derbasî qonaxeke nû dikin. 
 
Di daxuyaniya ji hêla Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ve hatiye weşandin wiha ye: 
 
"Beriya her tiştî em gelê xwe, gelên xwe yên ku bi reng û nirxên xwe yên çandî herikîn qadên Newrozê, bi biryardariya têkoşînê li dora agir govenda azadiyê gerandin, eşq, coş û kelecana têkoşînê dan mirovahiyê, her wiha gelê xwe û dostên xwe yên ku di hilbijartinên xwecihî de serketineke mezin bi dest xistin, li dijî rêxistiya çete ya faşîst a AKP-MHP'ê ya ku îradeya gelê me tine dihesibîne di serî de li Wanê li tevahiya Kurdistanê rabûne serhildana azadiyê, ji dil silav dikin, hezkirin û hurmetên xwe pêşkêş dikin.
 
Merheleya nû...
  
Pêngava pêngavî ya bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka kurd re’ hate destpêkirin, weke eniya zindanê di 27'ê Mijdara 2023'yan de bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger û çalakiyên cuda tev li bûn û li gorî rewşê me ragihandibû ku em ê rêbaza çalakiyên xwe diyar bikin. Di dawiya çar mehên dawî de em gihîştine qonaxeke nû. Çalakiya me ya greva birçîbûnê ya ji bo azadiyê û gavavêtina ji bo demokrasiyê, bi 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê me re gihîştiye qonaxeke nû. Dadgehên mêtinger bi taybetmendiyên xwe yên faşîst, cihêkar û nijadperest bi têra xwe teşhîr bûne û dema ku mijar dibe rastiya kurdan qanûnên xwe jî nas nakin. Lewma weke girtiyan me pêwîstî pê dît ku dadgehên mêtingeriyê boykot bikin, axaftina bi telefonê ya heftane û serdanên malbatan boykot bikin.
 
Alternatîf Neteweya Demokratîk e 
 
Rêber Apo bi misogeriya gel ê azad bû yek û ev yekbûn di kesayetiya xwe de şênber kir, bi vî rengî xeteke Rêbertî afirand, di şexsê hebûna kurdan de pêngavek avêt, ev pêngav li asta navneteweyî belav bû û hemû gel di alternatîfa Neteweya Demokratîk de gihand hev. Li gel red û înkarê, li gel şer û qirkirinê, gelên me li hemberî her cure jehrê neteweperestiyê û netewe dewletê, li dora daxwaza demokrasî, azadî û wekheviyê bûn yek û ev yek jî bi fikrê neteweya demokratîk pêk anî. Bicihhatina vî fikrî bi Rêber Apo, bi Neteweya Demokratîk a Rêber Apo re şênber bûye. Lewma daxwaza ji bo azadiya Rêber Apo tê wateya daxwaza demokrasî, wekhevî û azadiya hemû gelan. Di çarçoveya dilsoziya bi Rêber Apo re divê wateyeke bi vî rengî li rojbûna 4'ê Nîsanê bê kirin, weke gava destpêkê ya xeta berxwedan, îsyan û avakirinê bê dîtin.
 
Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e 
  
Madem ku em dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya gelan e, wê demê divê em zanibin ku tecrîda li ser Rêberê me kelepçeyeke ku li daxwaza jiyana bi hev re, ruhê piştevaniyê yê gelên me ye. Di serî de malbatên me bila gelên me hemû zanibin ku bi vê têgihiştinê me biryar dane ku bi telefonê neaxivin û tevlî serdanê nebin. Her mirovekî xwedî wesfa mirovbûnê divê fêhm bike bê neaxaftin û nedîtina mirovên jê hez dikin tê çi wateyê. Bêguman divê ev bê kirin. Lê belê em zanin ku di serdemeke welê de ne ku mirov ji mirovbûnê hatiye derxistin, ezeztî li her derê belav bûye û di bin dorpêçiya mêtingeriyeke bi vî rengî de ne.
  
Wezîfeyeke polîtîk û exlaqî 
 
Ji dagirkeriya aborî heta bi dagirkreiya çandî û siyasî, hewl tê dayin ku bi her awayî dagirkerî li Kurdistanê bê kirin. Di hilbijartinên xwecihî de gelê Kurdistanê îradeyeke mezin nîşan da û nîşanî dost û dijminan da ku Kurd ên azad, Kurdistan a azad têk neçûye, hîn li ser piyan e. Rêxistiniya çete ya faşîst a AKP-MHP'ê ku li pêşberî îradeya mezin a gel û dostên me hejiya, li pêşberî vê îradeyê her cûre rêbazên darbeyê li Kurdistanê xiste dewrê, ji aliyê siyasî ve hewl da darbeyekê bike. Di serî de xelkê me yê Wanê, ji Botanê heta Serhedê gelê me bi agirê azadî û îsyanê xwedî li hevşaredarên xwe derdikeve ku îradeya wan a siyasî ey û bersiva pêwîst dide çeteyên faşîst. Em bang li gelê me û dostên me hemûyan dikin ku li dora vê berxwedana azadiyê bibin yek, têkoşîna berxwedanê ya li Botan û Serhedê pêk tê mezin bikin. Gelê me li dora paradîgma û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo êdî ji bo xwe û gelan şer dike û têdikoşe. Ji ber vê yekê êrîşî Rêber Apo dikin û wî tecrîd dikin. Rêber Apo gelê Kurd bi xwe ye, şênberbûna Kurd ê azad e, rabûna li têkoşîna azadiyê ye. Hevpariya li berxwedana Rêber Apo wezîfeyeke me ya polîtîk û exlaqî ye ku barê têkoşînê hilgirin.
 
Çareseriya demokratîk 
 
Bi vî fikrî û van hestan em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger a ku me heta niha dimeşan di 4'ê Nîsana 2024'an de bi dawî dikin, rojbûna 75'an a Rêberê xwe, lehengiya kedê ya mezin bi hezkirin û dilsoziyeke mezin silav dikin, 4'ê Nîsanê ku rojbûna azad e di serî de li Rêber Apo li şehîdên têkoşîna azadiyê, li gerîlayên bi fedaî şer dikin, li gelê me û gelan pîroz dikin. Em dixwazin ragihînin ku em ê pêngava xwe ya 'Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' ji 4'ê Nîsanê û pê ve bi dirûşma 'Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de' bi boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê bimeşînin.
 
Xwedîderketin 
 
Em bang li gelên xwe dikin ku li ser xeta avakirin, îsyan û berxwedanê, azadiyê li her qadê bi rengekî çalak biparêzin, xwedî lê derkevin, bi dilsoziya bi rastiya gel a azad em silav, hurmet û hezkirinên xwe pêşkêş dikin. Herî dawî em hevalê xwe Mûtlak Tozûn ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê nexweş ket û şehîd bû, bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin. Em ê hevalê xwe ji bîr nekin ku bi têkoşîna xwe ya 30 salan li zindana mêtingeriyê serî netewand, il dijî kiryarên teslîmiyetê li gel nexweşiyê jî li ber xwe da û weke hevrêyên wî yên PKK û PAJK'ê em ê li ser bingeha xeta berxwedanê ya hevalê xwe Mûtlak bimeşin. Di şexsê hevalê xwe Mûtlak de em şehîdên azadiyê yên Kurdistanê careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, sersaxiyê ji malbata xwe ya hêza ya Mutlak Tozûn û tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê re dixwazin.”