Nobeda Edaletê dê sibe li Amarayê bê girtin
- 15:02 3 Nîsan 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeda Edaletê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li gelek bajaran hate destpêkirin dewam dike, nobedaran diyar kirin ku dê sibê li Amarayê bin.
Nobeda Edaletê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li gelek bajaran hate destpêkirin dewam dike. Çalakgerên li gelek bajaran tevli Nobeta Edaletê bûne bertek nîşanî xespkirina îradeya gelê Wanê dan û destnîşan kirin ku ew ê bi wesîleya 75’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Amarayê bin.
Amed
Li Amedö Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbata Girtiyan re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 112’emîn de berdewam kir. Çalakiya ku li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a li navçeya Rezanê tê meşandin de malbatan pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsand li xwe kirin.
Xizmên girtiyan bal kişandine ser rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, banga tevli bûna meş û pîrozbahiyan ku sibê dê li Amarayê bên lidarxistin kirin. Di çalakiyê de gelek caran diruşmên “Rojbûna te pîroz be ey Serokê min” û “Rojbûna te pîroz be ey Serokê netewî” hatin berzkirin. Herwiha çalakgeran bertek nîşanî xespkirina îradeyê ya li Wanê dan.
Çalakiyê bi serdan û berzkirina diruşman dewam kir.
Êlih
Li Êlihê Nobeta Edaletê ya di avahiyê DBP’ê de hatiye destpêkirin, di roja 62’yemîn de berdewam kir. Çalakiya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin, bi tevlibûna aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP, rêveberên DEM Partiyê, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê berdewam kir. Di çalakiyê de bertek nîşanî xespkirina îradayê ya li Wanê hate dayîn û banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.
Di nobetê de gelek caran diruşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “ Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin.
Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd li gelek bajaran hatiye destpêkirin, berdewam dike.
Mêrdîn
Li Mêrdînê Nobeta di avahiyê DBP’ê de hatiye destpêkirin, di roja 87’emîn de berdewam kir. Gelek kesî serdana Nobeta Edaletê ya ji hêla Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ve tê domandin kirin. Rojeva çalakgerên ku nobetê didomînin, meşa Amarayê ya ku dê sibê bi munasebeta 75’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were lidarxistin û xespkirina mazbataya Abdullah Zeydan ê di hilbijartina 31’ê Adarê de wek hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hatiye hilbijartin bû. Di nobetê de gelek caran diruşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana Wanê” hatin berzkirin.
Dayika Aştiyê Besna Gunay di nobetê de bal kişand ser berxwedana girtîgehan û Wanê û wiha axivî: “Yên ku dixwazin îradeya gelê Wanê tune bihesibîne bila bizanin ku em hene û em ê hebin. Em ne ji girtinê, ne ji kuştinê ne jî ji tiştekî din natirsin. Em piştevaniya gelê Wanê bidomînin.” Gunay rojbûna Abdullah Ocalan a sibê bi bîr xist û axaftina xwe wiha domand: “Em ê rojbûna Serokê xwe pîroz bikin. Serokê me ji bo çareseriya pirsgirêkên vî gelî, ji bo xelasiya vî gelê heye. Divê sibê her kes li Amarayê be. Em berê xwe bidin Amarayê. Ji bo ev şer bisekine, em li Amareyê werin ba hev. “
Stenbol
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 115’emîn de berdewam kir. Di eywana çalakî lê dihat lidarxistin de pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê zindanan” hate daliqandin. Çalakger pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên navçeya Beyogluyê, rêveberên Komeleya Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.
Çalakgeran diyar kirin ku ew ê heta azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tînin dê di her qadekê de xwe bidin nîşandan.