ROJEVA 30'Ê ADARA 2024'AN
- 09:00 30 Adar 2024
- Rojev
*Namzeta hevşaredariya Dêrsîmê Bîrsen Orhan bang kir ku divê gele Dêrsîmê xwedî li îradeya xwe derkeve û wiha got: “Gelek deng dikare gelek lîstikan xera bike. Em gelê Dêrsîmê vexwendiyê ser sindoqan dikin. BI DÎMEN
*Di hilbijartinên herêmî yên ku dê di 31’ê Adarê de bên kirin de 61 mîlyon û 441 hezar û 882 hilbijêr dê biçin ser sindoqan. Li aliyê din 1 mîlyon 32 hezar û 610 ciwan wê cara ewil dengê xwe bikar bînin.
*Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol beriya hilbijartinan balkişand ser ewlehiya sindoqan û got: “Bêyî ku em destûr bidin helwestên provakatîf divê em bi hevkariyek mezin sindoqan biparêzin, ev wê bi piştevaniyê bê avakirin. Li dijî helwestên provakatîf divê gel hişyar be." BI DÎMEN
*Namzeta hevşaredariyê ya Depê Songul Duzgun, ji bo hilbijartina roja yekşemê pêk tê bang li gel kir. Songul Duzgun da zanîn ku wê navçeya Depê bikin bajarê jinan û wiha got: “Em bang li jinan dikin ku xwedî li îradeya xwe derkevin. Bila biçin ser sindoqan û denga xwe bi kar bînin. Bila bi dengên xwe xwedî li wan sindoqan derkevin. DÎMEN HEYE