Ji jinên Depê banga piştevaniya ji bo grevên birçîbûnê

  • 09:04 25 Adar 2024
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş
 
XARPÊT - Jinên Depê bang kirin ku divê her kes bibe dengê çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyan bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" û wiha gotin: “Divê em demildest bibin dengê giriyan.”
 
Girtiyên siyasî yên girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdara 2023’an de bi daxwaza  "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. Bi heman daxwazê malbatên girtiyan jî di 4’ê Kanûna 2023’an de li Amedê û piştre jî li 6 bajarên din çalakiya Nobeta Edeletê dan destpêkirin.Tevî sê meh zêde derbas bûye jî ji bo daxwazên girtiyan gav nehatine avêtin.
 
Jinên li navçeya Depê Xarpêtê, bang kirin ku divê her kes bibe dengê çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan didomin.
 
‘Bila ew jî bikevin grevê’
 
Jina bi navê Remziye destnîşan kir ku  girtî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan ketine greva birçîbûnê û wiha dirêjî daye: “Ez ji wan re serkeftinê dixwazim. Li ser wan zext hene. Wan dikin hucreyên yek kesî. Ew ji bo welatê xwe ji bo îradeya gelê xwe ketin grevê. Girtî li dijî tecrîdê li ber xwe bidin. Malbatan jî li derve dest bi Nobeta Edeletê kirin. Em piştgiriyê didin wan. Em ji bo Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û Fîgen Yuksekdag edeletê dixwazin. Em li pişt hemûyan e.Bila gelê me rabe ser piyan û bêdeng nemîne. Bila berxwedan mezin bibe û Serokê me azad bibe. Em ê dest ji doza xwe berndin.”
 
‘Divê em bibin dengê wan’
 
Zuhal Erdogan Kaya jî bang li hemû kesî kir ku piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê û wiha bi lêv kir: “Girtiyan nabin nexwşxanê. Girtiyên di grevê de nikarin xwe bigihînin mafên tenduristiyê. Sê meh in di grevê de ne.Daxwazên wan nayên cih. Bi malbatên xwe re nikarin hevîtinê bikin. Divê em demildest ji bo girtiyan dest bi têkoşînê bikin. Lêgerîna tazî li jinan ferz dikin. Girtî di şertên giran de ne. Ji bo girtiyan tenê bihêlin tîpên S û Y  zêde dibin. Ji ber vê divê em piştgiriya xwe mezin bikin em bibin dengê girtiyan.”
 
Nargul Baydar jî heman daxwaz dubare kir û wiha nêrîna xwe anî ziman: “Girtiyan surgunê bajarê dur dikin. Ji ber vê malbat nikarin biçin hevdîtinan. Ji 15 rojan carê mafê hevdîtina telefonê didin. Girtîgehên Tîpa S û Y zêde kirine. Malbat dema diçin hevdîtinan lêgerîna giran dikin. Lêgerîna tazî ferz dikin. Divê gelê me jî bikeve greva birçîbûnê. Wê demê wê daxwazên girtiyan bên cih.”
 
‘Çi ji destê me tê em bikin’ 
 
Tulay Aydin jî der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan ev nirxandin kir: “Em ji malbatên girtiyan dibihîzin. Girtî li girtîgehan zehmetiyan dikşînin. Ji bo girtiyan ji malbatan dur bixin surgunê bajarên dur dikin. Malbat ji ber vê nikarin zarokên xwe bibînin. Demên dirêj nikarin biçin hevdîtinan. Em vê tecrîdê şermezar dikim. Mafê girtiyan tê xespkirin. Çi ji destê me tê divê em bikin. Divê em bêdeng nemînin.  Em piştgiriya xwe nîşan bidin.”