Tulay Hatîmogullari çû serdana Emîne Şenyaşar
- 21:36 22 Adar 2024
- Rojane
ENQERE- Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di roja 58’emîn çalakiya Emîne Şenyaşar ya li ber wezareta dadê, çû serdana wê û diyar kir ku daxwazên malbata Şenyaşar daxwazên wê ne û banga xwedî derketina li çalakiyê kir.
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du zarokên wê ji alî parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû qetilkirin, bi daxwaza ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) e, ji bo darizandina faîlan û berdana Fadil Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn li Enqereyê li ber wezareta dadê di roja 58’emîn de berdewam kir.
Hevseroka giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, Emîne Şenyaşar û kurê wê parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar ku çalakiya xwe li ber wezareta dadê didomînin ziyaret kir.
Ferît Şenyaşar axivî û da zanîn ku wezareta dadê 5 meh berê doz daye û gotiye ku wê gumanbarên li nexweşxanê komkujî kirine bidarizînin lê kest nehatiye darizandin, lê soz nehatiye cih. Ferît daxuyakirin ku dema ew tên ber wezaretê deriyên wezaretê tên girtin.
Emîne Şenyaşar jî got heta ku kurê wê neyê berdan wê ji ber wezareta dadê neçe cihekî.
Tulay Hatîmogullari jî axivî û wiha got: “Nobeta Edeletê ya Malbata Şenyaşar didome. Dayika me bi rojiye û her şev li vir fitara xwe dike. Bila Meha Remezanê li hemû civaka îslamê pîroz be. Ez di vê meha Remezanê de edeletê dixwazim. Daxwazên Malbata Şenyaşar daxwazên me ne. Ez banga xwedî derketinê li çalakiya malbatê dikim.”