Xebatên DEM Partiyê yên li gundan bi coşek mezin didome
- 20:19 22 Adar 2024
- Rojane
AMED – Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar ku li gundên Pîranê xebatên hilbijartinê dimeşîne got: "Heta ku Abdullah Ocalan azadiya xwe ya fizîkî bi dest nexe û pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk neyê çareserkirin, wê her tişt kêm be. Çareserkirina pirsgirêka kurd tê wateya aramiya vî welatî."
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê li gundên Behro û Şingringê yên Pîranê di çarçoveya hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de civîneke gel li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz û namzetên Hevşaredariyê yên Pîranê yên DEM Partiyê Aysel Baran û Haci Akengîn û rêveberên partiyê beşdarî serdanê bûn. Heyeta ku li Behroyê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin, bi welatiyan re li têketina gund govend gerand. Di meşê de bênavber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.
Piştre Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar axivî, got: “Me duh Newrozê pîroz kir, nêzî 10 roj in li Kurdistan û Tirkiyeyê pîrozbahî tên lidarxistin. Gelê me li her derê bû lehî û herikî.Xwedî li têkoşîna azadiyê derket. Têkoşîna me wê bibe sedema serketina hilbijartineke xurt. Şaredarî bingeha daxwaza herî rewa û mafdar a gelê kurd in. Şaredarî wê bibe şaredariya me hemûyan û mala me hemûyan. Em hilbijartinê jî û pêvajoya li pêş me jî wekî keda xwe dihûnin û em ê her bihûnin."
Heyet piştî axaftinê bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanê" û "Jin jiyan azadî" bi girseyê re meşiya.
Piştre heyetê serdana gundê Saricek yê navçeya Gêlê kir. Çîgdemê li mala sersaxiyê ya li gund axivî û diyar kir ku ew demeke berê beşdarî hilbijartineke krîtîk bûne. Çîgdemê bi lêv kir ku têkiliya desthilatdariya heyî û dewleta sedsalî bi kurdan re nîn e û wan ji nedîtî ve tê û wiha got: “Tişta ku me bi dest xist ne tenê bidestxistina şaredariyê ye. Bersiva me ya herî mezin ji wê ferasetê re ku me paşguh dike, parastina çand û zimanê me ye. Tişta ku em jê re dibêjin siyaset bi xwe lihevhatin e. Lê di 22 salên siyaseta AKP’ê de dizî heye. Bidestxistina şaredariyan, destkeftiyeke têkildarî zimanê dayikê û nasnameya me ye. Li wir têkoşîna demokratîk a gelê kurd heye."
‘Çareseriya pirsgirêka Kurd wê welat aram bike’
Çîgdemê destnîşan kir ku desthilatdariya heyî hema bêje kesên ku dengên xwe nadin AKP’ê ji hemwelatîbûnê bêpar dihêle û wiha got: “Li vî welatî, mirov 12 meh in mehkûmê birçîbûnan tên kirin. Li cihekî ku hema her kes birçî ye, ew têr in. Yê ku zirarê dide vî welatî desthilatdariya AKP-MHP'ê ye. Divê siyaset demokratîk bibe. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe li vî welatî mirov nikare behsa demokrasiyê bike. Di salên 2013-15’an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajoya muzakereyê çêbûbû. Niha hemû derfetên vî welatî ji bo mirina kurdan tên xerckirin. Di sala 2013’an de her kesî guhdariya birêz Abdullah Ocalan kir û cara yekem welat û aboriya welêt aram bû. Niha ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd kampanya tê meşandin. Li dehan cihan pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin û di van pîrozbahiyên Newrozê de daxwaza 'çareseriya pirsgirêka 'urd û azadiya Abdullah Ocalan' hat kirin. Heta ku Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan azadiya xwe ya fizîkî bi dest nexe û pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser nebe, wê her tişt kêm bimîne. Çareserkirina pirsgirêka kurd tdê welêt aram bike."
Çîgdemê anî ziman ku qeyûm li bajaran xizmetê nakin û wiha got: "Bi hinceta 'alîkariya rêxistinê kirine' qeyûm tayin kirin, lê ew qas mufetîş şandin, tiştek nedîtin. Wan ev yek bi eşkereyî kir, tabelayên kurdî daxistin û navendên ciwanan girtin. Polîtîkayên şerê taybet xistine meriyetê. Li meclisê kurdî asteng dikin, lê li vir bi kurdî diaxivin. Ev jî nîşan dide ku bê çi qas durû ne. Têkoşîna DEM Partiyê siyaseta wan a qirêj teşhîr dike. Yên di 21’ê Adarê de hemû daxwazên xwe anîn ziman, divê di 31’ê Adarê de li ser sindoqan bin. Divê em sindoqan biparêzin. Divê em cewhera 21’ê Adarê li ser sindoqan nîşan bidin."