Endama PM TOP’ê Dîdar Gul hat tahliyekirin
- 19:35 21 Adar 2024
- Rojane
ÎZMÎR - Endama Meclisa Partiya TOP’ê Dîdar Gul ku li Îzmîrê di 31’ê Çile de hat girtin hat tahliyekirin.
Endama Meclîsa Partiya (PM) ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Dîdar Gul li Îzmîrê di 31’ê Çile de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’, ‘ji rêxistinê re fînans avakirin’ bi 5 kesî re hatibû girtin. Dîdar îro hat tahliyekirin.