Peyama girtiyan a ji bo Newroza Amedê: Serokê me dê azad bibe!

  • 12:57 21 Adar 2024
  • Rojane
 
AMED - Girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de, peyamek ji Newroza Amedê re şandin û gotin: “Baweriya me heye ku tecrîd dê rabe û Serokê me dê bi awayekî fizîkî azad bibe.”
 
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kiribûn. Çalakiya girtiyan di roja 116’an de berdewam dike. Peyama girtiyan di Newroza Amedê ya biheybet de hate xwendin. 
 
Peyama girtiyan a ji aliyê parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû ve hate xwendin.
 
Peyama girtiyan wiha ye: 
 
“Newroz dengek bû
 
Dengên çakûç û hesin
 
Pişt re bû tîna agir
 
Veguherî bû deng û rengên azadiyê di dilê Rojhilata Navîn de ku navê wê Kurdistan bû...
 
Newroza berxwedanê û azadiyê di serî de li Rêberê Azadiyê Rêber Apo, hevalên li Wargehên Azad, li dayikên çalakvan, li gelê xwe û li hemû beşdarvanên Newroza azadiyê pîroz dikin. Bi biryardariya ku tecrîd hilweşe û Rêberê Azadiyê bi fizîkî azad bibe, em ji wek şoreşgerên li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê tev li hemleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo bûn û berxwedana me bi biryardarî berdewam dike. Em bi hêvî û bawer in ku dê tecrîd hilweşe û Rêberê me bi awayekî fizîkî azad bibe. Ev qada Newrozê îro veguheriye qada azadiyê û azadiya Rêberê xwe diqîre. Bi mizginiya biharê cardin Newroza we hemûyan pîroz be!”