Newroza Wanê bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' dest pê kir
- 11:05 17 Adar 2024
- Rojane
WAN - Bi hezaran welatiyên Wanî ji noqteyên cuda ber bi qada Newrozê ya li quntarê Keleha Wanê ve meşiyan û qad tije kirin. Dirûşmên tên berzkirin diyar dike wê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derkeve lûtkeyê. Newroza Wanê bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' dest pê kir
Coşa Newroza Wanê ji saetên serê sibehê ve dest pê kir. Newroz, bi dirûşma “Rabe dema azadî û sekeftinê ye” tê lidarxistin û navnîşana wê Parka Newrozê ye ku Keleha Wanê û Gola Wanê gihaştin hev. Xelkê bajar ji saetên zû yên serê sibehê ve ji gelek navçe û taxan hatin navendê. Piştre jî ber bi qada Newrozê ya li quntarê Keleha Wanê ve meşiyan û qada Newrozê tije kirin.
Liv û tevgera pîrozbahiyê ji saetên zû ve dest pê kir
Li navenda bajar jî liv û tevgera pîrozbahiyê ji saetên zû ve dest pê kir. Bi hezaran welatî ji noqteyên cuda yên bajar hatin gel hev. Gelek welatî bi meşê, gelek jî bi wesayîtên xwe yên taybet û bi wesayîtên komelî ber bi qadê ve diherikin.
Welatî, ji çar noqteyên lêgerînê derbas dibin û wisa dikevin qadê. Welatiyên dikevin qadê, bi coşa Newrozê dest bi gerandina govendê kirin. Jin bi kiras û fîstanên xwe yên kurdî, mêr jî bi şel û şepikan tev li pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê tije dibe û flamayên bi rengên kesk, sor û zer li qadê li ba ne. Li qadê her wiha gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zinandanan” olan didin.
Bernameya Newrozê
Dê daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirgirêka kurd a bi rêyên demokratîk di Newrozê de bên kirin û herikîna gel a ber bi qadê ve didome. Pîrozbahî demek şûnde dê dest pê bike. Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê dê Ebrû Demîrtepe, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Harûn Okay, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, ji dayikên di Nobeta Edaletê de Aslihan Tîmur, ji TJA’yê Bêrîvan Bahçecî, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari dê di pîrozbahiyê de biaxivin.
Hunermend Faraz Sine, Suavî, Koma Aryen û Helîmê Omerî derkevin ser dikê.
Li qadê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zinandanan” olan dide. Piştî deqeyek rêzgirtinê, bi sed hezaran kesan bi yek dengî dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin.
Li dijî tecrîdê bertek hat nîşandan
Li ser navê Komîteya Amadekar Ebrû Demîrtepe axivî û wiha got: “Em tecrîdê qebûl nakin. Tu aliyekî exlaqî û însanî yê tecrîdê nîne. Dê gelê me tecrîdê bişikîne.”
Hevserokê DBP’a Wanê Harûn Okay jî di axaftina xwe de wiha got: “Silav ji gelê kurd re ku li dijî zaliman têdikoşe. Silav ji kesên li dijî polîtîkayên tunehesibandinê têdikoşin. Li ser vê xakê gelek êş hatin kişandin û gelê me gelek zilm dît. Lê tevî vê yekê jî em li qadan têdikoşin.”
Bernameya Newrozê bi axaftinên beşdarê din didome.