Peyamên Abdullah Ocalan ên Newrozê hatin xwendin

  • 15:48 15 Adar 2024
  • Rojane
 
 
XERPÊT - Di pîrozbahiya Newrozê ya Depê de peyamên peyamên Abdullah Ocalan ên Newrozê yên berê hatin xwendin.
 
Pîrozbahiya Newroza Depê ya Xarpêtê berdewam dike. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di Newrozên berê de xwend. 
 
Peyamên Abdullah Ocalan ên Newrozê: wiha ne: “Newroz azadî ye, ev rêyeke azadiyê ye. 
 
Silav ji kesên rêya mezin a azadî û wekhevî ji xwe re kirine rêber,
 
Silav ji gelê kurd re ku ji gelên herî qedîm ên vê xakê ye, Newroz watedar kiriye û ji quntarê çiyayên Zagros û Torosan heta newalên çemên Dîcle û Firatê; ji xakên Mezopotamya û Anatoliyayê yên pîroz heta şaristaniyên çandinî, gund û bajaran re DAYIK’tî kiriye...
 
Gelê kurd û civakên din ên xwişk-bira ku bi hezaran salan ev şaristaniya mezin bi nîjad, ol û mezhebên cuda re jiyaye. Hewldan hatiye dayîn ku bi zextên siyasî, mudaxileyên derve û li ser esasê berjewendiyên komî berê wan bidin hev û pergalên heq, hiqûq, wekhevî û azadiyê esas nagirin di nav wan de bên avakirin. 
 
Bi şerên fethê yên di du sedsalên dawî ve, bi mudaxileyên hêzên emperyalîst ên rojavayî ve hewldan hatiye dayîn ku ferasetên zextker û înkarger bên avakirin, civakên erebî, tirkî, farisî û kurdî weke netewe dewletên biçûk dabeş bikin û di nava sînorên xeyalî û pirsgirêkên sunî de bifetisîne. 
 
Polîtîkayên zext, tunekirin û pişaftinê yên ku bingeha xwe ji modernîteya kapîtalîst a sedsala dawî digirin; hewldanên komeke elît a îktîdarê ya bijarte ku tevahiya dîrok û hiqûqa xwişk-biratiyê înkar dike îfade dike. Avakirina erdnîgariyên etnîk û yekneteweyî, berhemeke ji hedefên modernîteya kapîtalîst a dermirovî ye ku esl û cewhera me înkar dike. 
 
Gelên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn êdî şiyar dibin. Li xwe û eslê xwe vedigerin. Ji bo avakirina pergaleke modernîteya alternatîf û demokratîk bingeha xwe ji cewhera dîroka rasteqîn digire di nava lêgerînê de ye. Êdî dixwaze li ser koka xwe dîsa zindî bibe, mil bide milê hev û raber ser pêyan. 
 
Êdî dema têkçûna rejîmên mêtingeriyê, ferasetên zextker û yekperest hatiye. 
 
Têgeha ‘EM’ di herka dîrokê ya van xakan de xwedî wateyeke girîng û berfireh e. Lê îktîdarên bijarte ev têgeh teng kirine û daxistine ‘YEK’ê. Êdî dema wê hatiye ku em ruh û pratîka berê dîsa bidin têgeha ‘EM’ê. 
 
Me, bi dehan salên xwe tenê ji bo îspatkirina hebûna gelê kurd bi navê yekperestiyê tune dihat hesibandin feda kir, me bedelên mezin dan. Tu fedekarî û têkoşîna ji bo vê hatiye dayîn vala neçûn. Gelê kurd careke din xwebûna xwe ya cewherî û nasnameya xwe bi dest xist. Paradîgmaya modernîst a ku tune dihesibîne, înkar dike û cihêkariyê dike serûbin bû. 
 
Ji bo ku em bi hev re ji vê dorpêça zilmê derkevin ku di roja me de baş hatiye fêmkirin ku li dijî hiqûqa xwişk-biratiyê û dîrokê ye, ez bang dikim ku Rojhilata Navîn li gorî cewher û şaristaniya xwe, modernîteya me ya demokratîk ava bike. 
 
Şerê me tu caran li dijî nîjadekê, olekê, mezhebekê yan jî komekê nebûye û nabe jî. Şerê me li dijî perçiqandinê, nezaniyê, neheqiyê, paşverûtiyê, her cureyên zext û mêtingeriyê ye. Tevî hemû xeletî, kêmanî û xeletiyên sedsala dawîn jî, me hemû gel, çîn û çandên rastî karesatên mezin hatine, yên hatine mexdûrkirin girtin gel xwe û em hewl didin pergala modernîteya demokratîk ava bikin. Banga me ji bo nûnerên hemû gelên bindest, çîn û çanda ye; banga me ji bo jinan ku çîna bindest û mêtingeh a herî kevin e, ji bo mezhebên bindest û hemû hebûnên çandî, ji bo nûnerên karkeran û hemû kesên rastî cihêkariya pergalê hatine ew e ku li dora Pergala Modernîteya Demokratîk bicivin û zîhniyet û forma nû qezenc bikin. 
 
Avakirina pergala modernîteya demokratîk a alternatîf a li cihî, herêmî û kûrewî, ne tenê ji bo gelê kurd, dê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê azadiyê bi xwe re bîne. Li ser vî esasî ez Cejna Newrozê li hemû kesî, li hemû gelan pîroz dikim. 
 
Dem, dema azadiyê ye. 
 
Silav ji kesên hêz didin vê pêvajoyê re, 
 
Bijî Newroz!”