Derûnînas Leyla: Sepandina şîdetê ne nexweşiyeke derûnî ye
- 09:02 2 Tîrmeh 2024
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Endama Mor Çati û derûnînas Leyla Soydinç, bal kişand ser asta şîdeta li hemberî jinan û qetilkirina jinan û got: "Kuştin û êrişkirin ne nexweşiyeke derûniyê ye. Tenê tê wateya domandina hêza xwe ya îktîdarê ye."
Şîdeta li hemberî jinê û qetilkirina jinan her roja ku derbas dibe zêde dibin. Li gorî daneyên ajansa me ya sala 2022'yan herî kêm 311 jin hatin qetilkirin û 181 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di sala 2023'yan de jî herî kêm 320 jin hatin qetilkirin û mirina 189 jinan jî bi guman e. Îsal jî di meha çîleyê de 27, di meha sibatê de 39, di meha adarê de 24, di meha nîsanê de 30 û di meha gulanê de jî 34 jin hatin qetilkirin. Qetilkirina jinan û şîdeta li hemberî jinan ji ber gotin û polîtîkayên îktîdarê pêk tê. Qanûnên ku kujer û êrişkaran serbest berdidin jî rê li ber kuştin û şîdetê vedike.
Endama Mor Çati û derûnînas psîkolog Leyla Soydinç, ji ajansa me re derbarê mijarê de axivî.
Leyla, di destpêka axaftina xwe de derbarê şîdeta mêr de nirxandinan kir û got: “Ji ber nasnameya me ya jinbûn û zayendê mêr şîdetê pêk tîne. Ji bo tehekûm û kontrolê şîdetê pêk tîne. Bingeha xwe ya newekheviyê jî ji pergala zayenda civakî digire. Mêr dixwaze her tim jinê kontrol bike û hêza xwe nîşan bide, rola xwe ya di nava civakê de nîşan bide û ji bo domandina îktîdara xwe şîdetê bikartîne."
'Her roj 10 jin tên qetilkirin'
Leyla diyar kir ku di şîdetê de pirsgirêka kontrola hêrsê nîne û wiha bi lêv kir: "Yanî ne nexweşiyeke derûniyê ye. Şîdet û qetlîam girêdayê îktîdarê ye. Pergala zayenda civakî û zayenda priyakê hatiye cihekî û ji ber vê yekê jî mêr ji bo domandina îktîdarê ya li hemberî jinê hewl dide ku cudakariyê li rola mêr bên kirin. Di demên dawiyê de rojê herî kêm 10 jin tên qetilkirin. Jin ji hela hevjîn an jî hevjînê ku jê veqetiyayî ve tên qetilkirin. Di vê pêvajoyê de gelek qetlîam pêk tên. Jin dixwazin ji qada mêr derkevin lê mêr destûr nadin vê yekê."
Sedemên qutnekirina têkiliyan
Derûnînas Leyla, wiha bal kişand ser rewşa jinan a ku şîdetê dibînin: "Jin di warê bidawîkirina têkiliyên xwe yên bi mêrên ku şîdetê pêk tînin de zehmetiyan dikişînin. Gelek sedemên vê yekê hene. Sedemên aborî û civakî hene. Bi taybetî ji ber sedemên aborî jî jin neçar dimînin ku bi wan mêran re bijîn. Bi rastî jinên ku li perê xwe qezenç dikin jî yên ku li malê jî nikarin kontrola perê xwe bikin. Dema zarok jî hebin jin nezar dimînin ku zarokên xwe û aboriya wan bifikirin. Her wiha di nav civakê de dema jin ji hevjînê xwe veqetiya be di rewşek cudatir de tê nirxandin. Jin jî di bin derûniya vê yekê de dibîne. Ev yek jî dibe sedema şîdeta derûniyê. Wisa dibe ku jin êdî xwe berpirs dibîne û wek heq dike dinirxîne. Gelek dînamîkên vê şîdetê ya girêdayî hevdû hene lê civakî û aborî dibin dînamîkên sereke."
Meşrûkirina şîdetê
Leyla, diyar kir gotinên ku şîdetê meşrû dikin hene û di axaftina xwe de van mînakan da: "'Pirsgirêka kontrolnekirina hêrsê', 'Xirabûna derûniyê', 'Ez dînbûm û ne di ferqê de bûm' hwd. wek sedem nîşan didin. Ev yek nabin sedem tenê mijara tercîhê ye. Tercîh, hêza hêrsbûnê û domandina îktîdara xwe li hemberî jinê nîşan dide. Xebatên ku di vê mijarê de hatin kirin nîşan dide ku; gelek mêrên ku şîdetê pêk tînin di nav civakê de wek 'Mêrekî baş' tê gotin. Xebatkarê marketê, ajokarên otobûsê, karmend, karsaz, polîs û hwd em her roj bi wan re rûbirû dimînin, lê dibe ku ev kes êrişkarbin jî. Gotina kesên ku ne ser hişê xwe ye şîdetê bikartîne tê wateya meşrûkirina êrişkaran. Ji ber vê sedemê jî şîdret ne pirsgirêkeke derûniyê ya tenduristiyê ye. Êrişkar tenê îktîdara xwe nîşan dide û hêza xwe ya li hemberî jinê nîşan dide û bi rêya mekanîzmayên xwe di hêla derûnî de jinan têk bidibin."
'Hêviya me heye'
Leyla, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser têkoşîna li hemberî şîdet û qetlîaman: "Li dijî qetlîamê divê têkoşîneke bi hêz bê dayîn. Em hem li dijî şîdetê û li dijî pergalê hewl didin ku li ser piyan bimînin. Her wiha em hewl didin ku piştevaniya jinan di vê mijarê de mezin bikin. Tekane rê têkoşîna li hemberî pergalê ye. Li vir mijar ne tenê nexweşî û jirêderketîbûn e, mijar îktîdar e. Em dikaran li hemberî têkiliyên hêzan a ku bi rolên zayenda civakî hatî afirandî têbikoşîn. Hêviya me ya têkoşîn û mezinkirina piştevaniyê heye."