Keça serhildêr a Araratê: Sema Yuce
- 09:05 15 Hezîran 2024
- Rojane
Rojda Aydin
AGIRÎ - Sema Yuce ya ku navê xwe di rûpelên dîroka Kurdistanê de nivîsiye û wek “Keça serhildêr a Araratê” tê nasîn. Dayika wê Zennûre Yuce ku dibêje “Ger ku em dest bidin hevdû û yekîtiya xwe ava bikin em ê Serok jî azad bikin. Heta ez saxbim ez ê xwedî li vê têkoşînê derbikevim û li pey doza xwe bim.”
Sema Yuce ku yek ji sembola Kurdistanê ye, hemû kes wê wek “Keça serhildêr a Araratê” nas dike. Sema ku bû têkoşîn, agir û azadî, bi ser serhildana wê re 26 sal derbas bû. Sema ku di 1971’an de li gundê Qerqelîkê yê Dûtax a Agiriyê hat dinê, rihê xwe yê berxwedanê ji malbata xwe ya ku ji serhildana Agiriyê re pêşengî kiribûn girtiye. Sema ku ji zarokatiya xwe ve li hemberê neheqiyê ye, dibistana navîn û seretayî li Agiriyê dixwîne. Sema ku ji hemû kesî re bû hevalekê baş, li hember neheqiyê serî rakir. Ji ber vê neheqiyê ku serî rakir, malbata wê wek Leyla Qasim pênase dike. Sema ku beriya 26 salan li hemberî tarîtiyê bertek nîşan da û ji bo pêşerojê xwe kir ronahî. Sema jî wek qehremanên Kurdistanê Mazlûm Dogan, Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner tarîtiyê ji bo Gelê Kurd ronî kir. Îro bi hezaran kes bi vê ronahî û mîrateyê têkoşîna xwe didomîne û xwedî têkoşîna Semayê derdikeve.
Sema di sala 1989’an de beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn (ODTÛ) qezenc dike û diçe Enqereyê. Sema ku dema xwendina xwe ya zanîngehê de xwendekarên welatparêz nas dike û di xebatên ciwanan ên YCK'ê de cih digire. Piştî xebatên xwe yên YCK’ê di sala 1991’an de dev ji zanîngehê berdide û tevlî PKK’ê dibe. Piştî ku Sema ango Zîlan tevlî dibe, di rola jinê de dibe mînakek mezin û girîng.
Sembola agir
Sema li Agiriyê ku di encama îxbarekê de tê binçavkirin, demek dirêj bi îşkenceyê re rû bi rû dimîne û piştre tê girtin. Li dadgehê 22 sal cezayê giran lê tê birîn û wê dişînin Girtîgeha Nevşehîrê û ji wir jî dişînin Girtîgeha Çanakkaleyê. Sema di 21’ê Adara 1998’an de bi gotina “Ez mêjî dil û bedena xwe ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê dikim "Pira ji agir” ve bedena xwe da ber agir û bû sembola agir. Sema ku 80 rojî li girtîgehê de hat dermankirin, di 17’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da.
Dayîka Sema, Zennûre Yuce ji ajansa me re behsa keça xwe kir.
Bi Semayê re heval bû
Zennûre ku bi gotina, “Em wek hevalbûn” dest bi axaftina xwe kir, bi hêstê bêrîkirinê û şanaziyê behnekê kûr dikişîne. Zennûre ku di domandina axaftina xwe de dibêje Sema keça wê ya sêyem e, zarokatiya keça wê ji zarokên wê yên dinê cûdatir e. Zennûre, wiha dibêje: “Jiyana wê, hevaltiya wê û hemû tiştê wê cuda bû. Sema tu carî neheqiyê qebûl nedikir. Hîn PKK tunebû, mala Barzanî hebû. Ez dîsa dewa Barzaniyan de bûn. Em ji dab û bapîrê xwe vir ve dewa Kurdistanê dikin. Me bi PKK’ê Kurdistanê nas nekir. 20 salan xezûrê min ango apê bavê min li cem Mistefa Barzanî dixebitî. Niha du keçên min hene, navê yekê Selva navê yekê jî Yusra ye. Ev herdu jî navê keçên Barzanî ne. Em ji berê ve dewa Kurdistanê dikin. Ez bi zarokên xwe re wek hevalan bûn. Min tu carî bi çavê dayîktiyê li wan nedinêrî. Em wek hevalan dijiyan. Lê belê Sema cûda bû. Sê salî bû, lê zarokek gelek aktîf bû. Ji ber vê yekê apê wê jê re digot Leyla Qasim. Di zarokên biçûk de ewil diranên pêwî derdikevin, lê belê Sema dema 6-7 mehî bû diranên wê yên dawiyê derdiketin. Dibistana seretayî û ya navîn li Agiriyê xwend. Salekê jî li Îzmîrê çû dersxaneyê û piştre ket ezbûnan û zanîngeha Enqereyê qezenc kir. 3 salan li Enqerê zanîngehê xwend û sala çaran tevlî partiyê bû. Sema dema li Enqerê dixwend min nizanibû di nava xebatên partiyê de bû. Me gerîlla qet nedîtibû, me zanibû Kurdistan heye û xebat heye. Di sala 80’ê de Serok hat Agiriyê. Dema Serokatî hat li Agiriyê şerê çep û rastan hebû. Serok wê demê 8 rojan li Agiriyê ma. Lê me nizanibû kî ye û ji ku tê. Digotin kesek hatiye Agiriyê û dewa Kurdistanê dike. Piştî ku em hîn bûn kî ye, vê carê em ji hemû kesî zêdetir çûn. Sema xwedî doz û welatê xwe derket.”
'Serok ji bo vê çalakiya min çi got'
Zennûre, destnîşan kir ku Sema xwedî li hişmendiyê bû û bi vê hişmendiyê hevalên xwe jî zanist dikir û bi lêv kir ku her tim bi hevalên xwe re dihat li cem hevdû û nîqaşan dikir. Zennûre, ev tiştan li ser zêde kir: “Sema dema ji dibistanê dihat di nava baxceyê de mehfûrekê radixist û jinan kom dikir bi hev re sohbetê dikirin. Min digot ciwanin hema ji xwe re wisa sohbetê dikin. Her ku behsa Sema tê kirin ez jê gelek kêfxweş dibim. Ez xemgîn nabim. Ez nabêjim ‘Çima wisa kir’. Piştî Sema bedena xwe da ber agir 18 roj şûnde min wê dît. Çawişê pispor û gelek leşker li pêşiya odeya wê disekinîn. Ew destûrê nedidan ku ez Semayê bibînim û li ber odeya ku dima de derbas bibim. 18 rojê wê temam bû leşkerekê ku ji xelkê Amasyayê û ji çepê tirka bû, destûr da ku ez Semayê bibînim. Roja ku ew nobedar bûya ji min re digot ‘Were keça xwe bimîne.’ Dema roja ewil min wê dît, min dît ku sînga wê hemû gelek werimiye. Bedena wê hemû neşewitî bû. Min got ‘Sema’, wê çavên xwe vekir û min nêrî. Ji min re bi tenê vê got, ‘Serok ji bo vê çalakiya min çi got.’ Êdî tiştekê din nikaribû bigota. Wî leşkerê piştre hat min derxist û piştre min wê nedît. Piştî wê hevdînê şûnde hefteyê carê ew kesê Amasyayî dema bihata wê derê digot ‘Ana bi tenê 5 deqeyan dikarî lê binêrî.’ Li ser vê yekê min jî 5 deqeyan bi tenê wê didît.”
26 sal in dermanê Semayê vedişêre
Zennûre, da zanîn ku piştî Sema bedena xwe da ber agir şûnde ji ber nikaribû tiştekê bixwara dermanekê dabûn ber serê wê û daliqandibûn û ji wê dermanê ji qirikê didan. Piştî ku Sema jiyana xwe ji dest da şûnde Zennûre dermanê wê neavêt û 26 sal in hîn veşartiye. Zennûre, wiha dibêje: “Piştî ku Sema jiyana xwe ji dest da şûnde min nekarî wê dermanê wê bavêjim. Ji ber vê yekê ev 26 sal in ez vê dermanê wê hîn vedişêrim. Destê min neçû ku ez vê dermanê bavêjim. Ez dixwazim hemû bîranînên keça min li cem min bin. Bîranînên wê li cem xwe vedişêrim.”
‘Xiyanetê nekin, yekîtiya xwe ava bikin’
Zennûre, destnîşanê tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û got ku divê Gelê Kurd tu carî xiyanetê li hevdû nekin. Zennûre, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mahîr û Welat ku fermandarên Rûsyayê bûn, Serok radestî Tirkiyeyê kirin. Ger ku partiyê de kesên xiyanetkar tunebûna kesî Apo nikaribû. Serok di encama komployê de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Divê hemû kes dev ji vê xiyanetê berde û yekîtiya xwe ava bike. Gelê tirk gelek bi aqil in. Ger ku Serok di girtîgehek devre de bûya bi neynûkên xwe dîwar hilweşandina û derxistina. Dewleta tirk ji ber ku zanibû Gelê Kurd dê Serokê xwe rizgar bike, ji ber vê yekê wî birin kirin nava behrê. Ger ku em dest bidin hevdû û yekîtiya xwe ava bikin em ê Serok jî azad bikin. Ez ê ji vê şûnde jî xwedî li têkoşîna Semayê derbikevim. Heta ez saxbim ez ê xwedî li vê têkoşînê derbikevim û li pey doza xwe bim.”