'Werin em bi destên hev bigirin û pêşî li ber rijandina xwînê bigirin'
- 15:35 30 Çile 2024
- Rojane
ENQERE - Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li Meclisê bang li dayikên leşker û polîsan kir û wiha got: “Werin em bi destên hev bigirin û pêşî li ber rijandina xwînê bigirin.”
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê tev li civîna Koma Jinan a Meclisê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bûn. Dayika Aştiyê Arîfe Kartal li ser navê înîsiyatîfê axivî û di serî de ji bo dayikên tev li Nobeta Edaletê bûne serkeftin xwest.
'Em vê derhiqûqtiya li dijî zarokên xwe qebûl nakin’
Arîfe, diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û wiha got: “Ev nêzî sê sal in em tu agahiyan ji Abdullah Ocalan nagirin. Divê parêzer û malbata wî bikarin biçin serdanê û pê re hevdîtinan bikn. Heta ku li ser Abdullah Ocalan azadî hebe dê tecrîda li ser zarokên me jî bidome. Heta ku tecrîd bi dawî dibe jî em ê li kolanan bin û derkevin qadan. Em, bêhiqûqtiya li dijî Abdullah Ocalan qebûl nakin. Em vê derhiqûqtiya li dijî zarokên xwe qebûl nakin.”
'Werin em vê xwînê bidin sekinandin'
Arîfe, got ku sedema neçareserkirina pirsgirêka kurd şer e û axaftina xwe wiha qedand: “Banga me ji bo dayikên leşker û polîsan e; werin em vê xwînê bidin sekinandin. Em naxwazin dayik êdî bigirîn. Dilê me dişewite û bila dilê hevalên me nesoje. Em hatin girtin, bila hevalên me neyên girtin. Daxwaza me edalet û wekhevî ye. Em aştiyê dixwazin.”