Qeyrana butçeya ji şer re tê veqetandin kûrtir dibe

  • 09:02 30 Çile 2024
  • Ked/Aborî
WAN – Jinên Wanî yên ji ber qeyrana aboriyê ji bazarê destevala vedigerin wiha gotin:" Qeyrana butçeya ji şer re tê veqetandin kûrtir dibe. Kesên vî welatî bi rê ve dibin berpirsên vê qeyranê ne. "
 
Bandora qeyrana aboriyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê her diçe kûrtir dibe. Ji ber buhabûna mûçeya herî kêm têrê nekir loma jî welatî di warê bicihanîna pêdiviyên xwe yên jiyanî de zehmetiyê dikşînin. Yên herî zêde di bin bandora vê qeyranê de dimînin jî jin û zarok in. 
Me mîkrofona xwe dirêjî jinên diçûn bazara Taxa Xaçorta Wanê kir. Jinan bertek nîşanî buhabûnê dan û gotin kesên vî welatî bi rê ve dibin berpirsên vê qeyrana aboriyê ne. 
 
‘Ne mirovahî maye ne jî wijdan’
 
Hatice Boz da zanîn pirsgirêka bêkariyê wekî li her derê heye li Wanê jî heye û wiha got:”Ji ber qeyrana aboriyê gelek kes jiyana xwe ji dest didin. Kesên dewlemend dîsa debara xwe dikin lê belê kesên xizan birçî dimînin. Ne mirovahî maye ne jî wijdan. Her tişt pir buha ye. Qeyrana butçeya ji şer re tê veqetandin kûrtir dibe. Kesên vî welatî bi rê ve dibin berpirsên vê qeyranê ne. Li malê hevjînê min, ez  û du kurê min dimînin. Em nikarin tiştekî zêde bigirin. Encax em dikarin têra xwe bigirin. Em dixwazin ev qeyrana aboriyê derbas bibe. Mûçeya herî kêm zêde kir lê belê gaza xwezayî, ceyran, kirê dema tê dayin tiştek di dest de namîne. Encax em dikarin du kilo sebze û du nanan bigirin.
 
‘Sedema esil a qeyranê Erdogan e’
 
Elmas Aslan diyar kir ku qeyrana aboriyê bandora xwe li ser hemû aliyan dike û wiha pê de çû:” Sedema esil a qeyranê Erdogan e. Em nikarin firingiyan jî bigirin. Kiloyek du firingî ye. Buhayê îsotên şîn bûye 35 TL. Limon bûye 20 TL. Ma bi vê buhayê wê çawsa danûsetendin bê kirin ? Em nikarin tiştekî ji mala xwe bigirin. Em dixwazin buhayê her tişî kêm bibe û qeyrana aboriyê bi dawî bibe. “
 
‘Mirov li dijî birçîbûnê têdikoşin’
 
Hanim Ertaş da zanîn buharên bazarê her diçin zêde dibin û loma jî ew ji bazarê destvala vedigerin û wiha lê zêde kir:”Ji ber qeyrana aboriyê mirov bi birçîbûnê têdikoşin. Em bi zorê debara malê dikin. Li bazarê jî buha zêde bûye. Em dabara mala xwe bi zorê dikin. Ji baharatê bigire heta sebzeyan em nikarin tiştekî bikirin. Heger dewlet ji vê qeyranê re çareseriyê bibîne wê mirov bikaribin debara xwe bikin. Niha xurek jixwe nikare bê kirîn.”
 
‘Kes diguherin lê zihniyet naguhere’
 
Şukran Işık bi lêv kir ku ew nikarin bi mûçeyê teqawitbûnê debara xwe bikin û wiha got:”Ji bo em pêdiviyên xwe yên jiyanî bînin cih em du caran difikirin. Nirxên pere ket. 100 TL bûye 1 TL. Kesek ji buhaya tê kirin ne razî ye. Sedema bingehîn a qeyranê rêveberên dewletê ne. Ji bo qeyran çareser bibe divê rêveberî biguhere. Ji ber qeyranê ciwan kar nabînin û berê xwe didin Rojava.”
 
‘Em nikarin debara xwe bikin’
 
Halime Şeker da zanîn ew bi bazarvaniyê debara xwe dikin û wiha got:”Her tişt gelekî buhaye. Her tişt her tim tên buhakirin. Em nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn jî bînin cih. Em bi zorê debara xwe dikin. Sê kurê min bê kar li malê ne. Heger zarokên min kar bidîtana ez ê li malê bama. Her tişt pir buha bûye. Nan bûye 10 TL. Bila êdî tiştek neyê buhakirin û çareseriyek bê dîtin.”